NY: Di hefteya borî de nêzîkî 50 hezar Sûriyeî ji Libnanê vegeriyan

NYˊyê diyar kir ku ji ber belavbûna şer li herêmê û zêdebûna aloziyên ewlehiyê li Lubnanê di hefteya borî de nêzîkî 50 hezar Sûriyeyî ji Lubnanê vegeriyan welatê xwe.

NY: Di hefteya borî de nêzîkî 50 hezar Sûriyeî ji Libnanê vegeriyan
6 adar, 2026   18:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku piştî belavbûna şerê Îranê li seranserî herêmê, nemaze jî li Lubnanê, di hefteya borî de nêzîkî 50 hezar Sûriyeyî ji Lubnanê vegeriyan welatê xwe.

Piştî êrişa mûşekî ya ku Hizbullah şeva yekşemê li dijî Îsraîlê pêk anî, ku ew weke "tolhildan" ji bo kuştina Rêberê Olî yê Bilind Elî Xameneyî bi nav kir, şer li Rojhilata Navîn belav bû.

Li hember vê yekê jî Îsraîlê soz da ku Hizbullah bedelên giran bide û dest bi êrişên asmanî kir, piştire hêzên wê ber bi başûrê Lubnanê ve pêşve çûn.

Serokê Nûnera Rêxistina Navneteweyî ya Koçberan li Lubnanê Matteo Luciano got ku NYˊyê "tevgerên derbasbûnên sînor ên girîng" dişopîne.

Luciano diyar kir ku di hefteya borî de nêzîkî 50 hezar Sûriyeyî ji sînorê Lubnanê derbasî Sûriyeyê bûne, ji bilî kesên ku duh, roja pêncşemê, piştî hişyariyên valakirina taxên başûrê Beyrûtê, derbasî wî welatî bûne.

Berdevkê Rêxistina Navneteweyî ya Koçberan Mihemed Elî Ebû Necîla destnîşan kir ku zêdebûna tundûtûjiyê li Rojhilata Navîn fikarên cidî li ser êş û koçberiya sivîlan li herêmê zêde dike.

(ac/fr)

ANHA