Li Çilaxayê peyama Rêber Apo ya ji bo 8'ê Adarê hate xwendin

Yekitiya Jinên Ciwan a bajarê Çilaxa ji bo xwendina peyama Rêber Abdullah Ocalan a têkildarî 8'ê Adara par çalakiyek li dar xist.

Li Çilaxayê peyama Rêber Apo ya ji bo 8'ê Adarê hate xwendin
6 adar, 2026   18:51
QAMIŞLO

Di çarçoveya Roja Jinan a Cîhanê de, Yekitiya Jinên Ciwan ji bo xwendina peyama Rêber Abdullah Ocalan a têkildarî 8'ê Adara par, çalakiyek li dar xist.

Çalakiya xwendinê li qeraxên Kaniya Reş li herêma Aliyan li gundewarê bakurê bajarê Çilaxa pêk hat.

Rêber Abdullah Ocalan diyar dike ku 8'ê Adarê (Roja Jinan a Cîhanê) bangek e ji bo pêşxistina "şoreşa rizgariya jinan" li ser bingeha zanista jinan (jineolojî) û rêxistinkirina civakek exlaqî û siyasî, banga mezinkirina têkoşîna rizgariyê, hilweşandina serdestiya mêr a kapîtalîst li ser aboriyê û laş û vejandina rola dîrokî ya inan dike.

(ac/fr)

ANHA