NY dê mîsyoneke lêkolînkirina binpêkirinan bişîne Lubnanê

Neteweyên Yekbûyî ragihand ku ew ê mîsyonekê bişîne Lubnanê da ku binpêkirinên mafên mirovan ên ji destpêka şerê di navbera Hizbullah û Îsraîlê de hatine kirin, lêkolîn bike.

 NY dê mîsyoneke lêkolînkirina binpêkirinan bişîne Lubnanê
10 hezîran, 2026   15:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîserê bilind ê mafên mirovan ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Volker Turk îro got ku ew ê mîsyonekê bişînin Lubnanê da ku binpêkirinên mafên mirovan ên muhtemel ên ji destpêka şerê di navbera Hizbullah û Îsraîlê de (Adar 2026) çêbûne, lêkolîn bike.

Turk ji rojnamevanan re got: "Min bi hikumeta Lubnanê re li hev kir ku mîsyoneke nirxandinê ya serbixwe û bêalî li welêt pêk bînin."

Her wiha anî ziman ku dê di demeke nêzîk de ekîbekê bişînim da ku agahî û delîlan li ser binpêkirinên mafên mirovan, qanûnên têkildar ên ku ji hêla aliyên şerê çekdar ê li welêt ve ji 2‘yê Adarê ve hatine kirin, berhev bike.

(bb)