Nûnerê Amerîkayê banga kir: Êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rawestînin

Nûnerê Amerîkayê yê berpirsyarê Sûriyeyê Tom Barrack tekildarî êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li ser malpera xwe ya Xê daxuyaniyek parvekir û xwest êrişên li ser taxan rawestin.

Nûnerê Amerîkayê banga kir: Êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rawestînin
8 ÇILE, 2026   23:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê Taybet yê Amerikayê yê berpirsyarê Sûriyeyê Tom Barrack derbarê êrîşên li ser taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûd ên Helebê li ser malpera xwe ya Xê daxuyaniyek belav kir û bangî hemû aliyan kir ku ji bo parastina sivîlan şer rawestînin.

Daxuyaniya Tom Barrack wiha got: “Em taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi dilgiraniyeke mezin dişopînin. Divê hemû alî şer rawestînin û jiyana welatiyên sivîl biparêzin. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi nîgeraniyeke mezin bipêşketinên li taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd ên Helebê dişopîne.

Barrack da zanîn ku bandorên şerê demdirêj pêdiviya xwe bi şifayê hene û hewcedariya pêşketina mayînde bi sebir, bexişandin û lihevkirineke rastîn di nava tevahî pêkhateyên Sûriyeyê de heye. Barrack bal kişand ser vîzyona DYAˊyê ya li ser bingeha Sûriye mafên tevahî welatiyên xwe ji Sunne, Kurd, Durzî, Xiristiyan, Elewî û tevahî pêkhate misoger bike.

Di berdewama axaftina xwe de Barrack destnîşan kir ku hefteya borî bû şahidê nêzîkbûneke mezin a temamkirina peymana entegrasyonê ya 10ˊê Adara 2025ˊan di nava QSDˊê û hikumeta demkî de hatiye îmzekirin.

Barrack anî ziman ku DYAˊyê bi hevkariya şirîkên xwe yên herêmî yên berpirs amade ne hewlên kêmkirina rageşiyê hêsan bikin, derfeteke nû ya hilbijartina rêya diyalogê li şûna parçebûnê bidin Sûriye û gelê wê.

Barrack bangek lezgîn ji aliyên eleqedar, aliyên çekdar li ser erdê kir ku kiryarên şer tavilê rawestînin, rageşiyê kêm bikin û pabendî rêya aramiyê bin û anî ziman ku pevguherîna fikir û pêşniyarên avaker divê bikevin şûna guleavêtinê, divê siberoja Heleb û Sûriyeyê bi tevahî bi rêbazên aştiyane ne tundiyê were sazkirin.

Di dawiyê de Tom Barrack got pêwîstî bi yekgirtina herêmê li hember hêzên derve yên ku aramiyê têk dibin heye. Armanca DYAˊyê û şirkên wan aştiya mayinde ya li ser rêzgirtinê û geşkirina hevbeş e, dema nû ya di dîroka Sûriyeyê de dîroka hevkariyê ne rûbirûbûnê ye.

(fr)