Nobeta li ser sînorê Kobanê di roja 9’ê an de didome

Çalakiya nobetê ya li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Pirsûs-Kobanê hatiye destpêkirin di roja 9’an de didome.

Nobeta li ser sînorê Kobanê di roja 9’ê an de didome
31 kanûn, 2024   15:29
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li dijî êrişên dewleta Tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li ser sînorê Pirsûs a Rihayê û Kobanê çalakiya nobetê hatibû destpêkirin û çalakî di roja 9’an de didome. Çalakî bi pêşengtiya DBP, DEM Partî û TJA’yê didome. Gelek kes tev li çalakiyê bûn. 

Welatiyan di çalakiyê de pankarta “Rojava rûmeta me ye” hilgirtin.