Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 5ˈan de dewam dike

Nobeta şêniyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Bendava Tişrînê di roja 5ˈan de dewam dike. Şêniyan diyar kirin ku armanca wan a sereke rawestandina êrişan û parastina bendavê ji hilweşandinê ye.

Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 5ˈan de dewam dike
12 ÇILE, 2025   12:01
BENDAVA TIŞRÎN
DICLE EHMED

Roja înê (10ˈê Çile) bi sedan şêniyên ji Til Temir, Hesekê, Dirbêsiyê, Zirgan, Şedadê û Amûdê bi armanca rawestandina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bendava Tişrînê bi rê ketibûn. Girseya gel duh jî ji Tebqayê berî dabû bendavê û beriya çend kêliyan gihaşt bendavê û tevî nobetê bû. 

Şêniyê bi navê Mihdî Dixêm ji Şedadê di nava girseya gel a li Bendava Tişrînê de ye diyar kir ku divê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser binesaziya herêmê û navendên xizmetguzariyê werin rawestandin û got: "Divê Tirkiye ji axa Sûriyeyê were dûrxistin û destwerdanên wê yên li herêmên me û Sûriyeye bi giştî werin rawestandin."

Mihdî Dixêm anî ziman ku divê gelê Sûriyeyê bi xwe pirsgirêkên xwe çareser bike û tu kes destwerdanê li prisgirêkên wan neke. Her wiha diyar kir ku armanca wan avakirina Sûriyeke ji bo tevahî Sûriyeyan e û got, QSDˈê nûnertiya îradeya gelên herêmê dike.

Jina bi navê Edla Resûl ji bajarê Dirbêsiyê ye destnîşan kir ku armanca wan a hatina bendavê, parastina bendavê ji êrişan e.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li dijî Bendava Tişrînê û derdora wê didomînin. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi daxuyaniyekê hişyarî dabû eger êriş dewam bikin wê bendav hilweşe û di encamê de karaseteke mirovî li Sûriyeyê çêbike.

8ˈê Çileyê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina Bendava Tişrînê û bi armanca nîşandana dijberiya xwe ya li hemberî şer ber bi herêmê ve derketibûn rê.

Girse di roja duyemîn a nobeta li bendavê de, dest bi paqijkirina bendavê ji bermahiyên êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kiribû.

Nobeta parastina bendavê di roja 5ˈan de bi biryardarî dewam dike.

(bb)

ANHA