Di nava artêşa Tirk a dagirker de çeteyên DAIŞˈê hene

Ji wêne û dîmenên ku çeteyan parve kirine piştrast dibe ku bermahiyên çeteyên DAIŞˈê di nava çeteyên "Artêşa Nîştimanî ya Sûriyeyê" yên dewleta Tirk a dagirker de êrişî Bendava Tişrînê dikin.

Di nava artêşa Tirk a dagirker de çeteyên DAIŞˈê hene
12 ÇILE, 2025   12:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji 8ˈê Kanûna 2024ˈan de êrişî Bendava Tişrînê û gundewarên Minbicê dikin. Şervanên QSDˈê ji bo pêşgirtina li êrişan berxwedaniyê dikin.

Çeteyên DAIŞˈê jî cihê xwe di nava van êrişan de digirin. Ji wêne û dîmenên ku çeteyan parve kirine, sembolên DAIŞˈê li ser cilên wan xuya dibin. Lê tevî vê yekê Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞˈê bêdeng e.

Vê dawiyê wêneyekî du çeteyan li ser medyayên civakî belav bûn. Di wêne de çeteyê bi navê Diyaedîn El Îsa yê ji bajarê Babê heye û li ser cilê wî sembola DAIŞˈê  xuya dibe.

(bb/k)