Nivîskarê Suriyeyî: Tirkiye li Suriyeyê entegrasyona demokratîk asteng dike

Nivîskar û çalakvanê siyasî yê sûriyeyî Mihemed Îsa diyar kir ku peyama Rêber Abdullah Ocalan a der barê Sûriye û herêmê de hêviya serkeftina nirxên aştî û civaka demokratîk dihewîne, lê dewleta Tirk li Sûriyeyê entegrasayona demokratîk asteng dike.

Nivîskarê Suriyeyî: Tirkiye li Suriyeyê entegrasyona demokratîk asteng dike
8 ÇILE, 2026   04:55
NAVNDA NÛÇEYAN

Nivîskar û çalakvanê siyasî yê sûriyeyî Mihemed Îsa der barê peyama Rêber Abdullah Ocalan a bi boneya serê salê ku tê de behsa rêya çareserkirina aloziya Sûriyeyê jî dike û geşedanan de ji ajansa me re axivî.

Mihemed Îsa diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan meylên mezhebî, neteweperest û etnîkî yên li herêmê wekî nexweşiyek berhema objektîf a ku dewlet û civakan ber bi tundûtûjî û şeran ve dibe nirxandiye û got: “Ew, têgeha 'dewletparêziyê' bikar tîne da ku vê meylê di wêjeya xwe ya rewşenbîrî û siyasî de îfade bike. Ev taybetmendî hemî di danasîna dewletê de wekî afirînerên xerîbbûn, tundûtûjî û şeran kom bûne. Felsefeya Ocalan rastiya şerên emperyalîzmê ku di tevahiya sedsala dawî de sîstemên zordariyê ava kirine û stratejiya parçekirin û serwerbûna gelan esas digire, nîşan dide.”

‘NÎŞAN DIDE KU DEMOKRASÎ PÊDIVIYEK DÎROKÎ YE’

Nivîskar û çalakvanê siyasî destnîşan kir Rêber Ocalan bawer dike ku gelên herêmê ji bilî avakirina civaka demokratîk, nikarin bi tu rêyek din ji êş ûazarên xwe xilas bibin û wiha dom kir: “Ew di peyama xwe de careke din piştrast dike ku pejirandina nirxên demokratîk û aştiyê ya ji hêla gelên herêmê ve, ne tenê vebijêrkek e, di heman demê de melhemek ji bo birînên wan û pêdiviyek dîrokî ya neçar e.”

Mihemed Îsa anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan pirsgirêka Kurd wekî pirsgirêk bingehîn a di nava pirsgirêkên hêrêmê de dibîne û diyar dike ku pêdiviya wê bi çareseriyek aştiya civakî û demokratîk a di navbera pêkhateyên herêmê de, heye. Îsa wiha dom kir: “Her wiha dibêje ku beşdariya jinan pêdiviyeke civakeke aştîxwaz û demokratîk e. Bingeh û prensîba wê ew e ku azadiya jinan şertek ji bo rizgarkirina civakê ye, bidestxistina vê yekê hewce dike ku civak ji meylên xwe yên baviksalar xilas bibe. Ev taybetmendiyên civakî û bingehên destûrî yên civakek demokratîk in.”

‘ENTEGRASYON LI SER HELANDINÊ NABE’

Mihemed Îsa, da zanîn ku Rêber Abdullah Ocalan heman rêbaza çareseriyê ji bo pirsgirêka Sûriyeyê jî pêşkêş dike û balê dikişîne ser girîngiya pêkanîna Peymana 10’ê Adarê û ya di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de hatiye îmzekirin.

Mihemed Îsa, bibîr xist ku Rêber Abdullah Ocalan jî behsa entegrasyona demokratîk a navbera QSD'ê û desthilata Şamê de kiriye û got: “Diyar dike ku entegrasyona bi desthilatdariya navendî re pêwîste bi awayekî demokratîk pêk were ku rêzê li taybetmendiya her pêkhateyekê bigire, ne li ser prensîba helandina pêkhateyekê be.”

Mihemed Îsa, destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser û QSD, peymana 10'ê Adarê di çarçoveya diyalog, têgihîştin û beşdariya wekhev a hemî pêkhateyên Sûriyeyê, beşdariya jinan de dinirxînin û wiha pê de çû:  “Di şekildana çarenûsa welat de, wekî rêyek ji rewşa dijwar dibînin. Ew hewl didin ku vê têgihîştinê li ser bingeha baweriya pêkanîna bendên peymanê dinirxînin. Bingeha wê ew e ku QSD beşek girîng a avahisaziya dewletê ye, beşek zindî û bibandor e ku giraniya xwe ya gelêrî, leşkerî û siyasî di hevkêşeya welêt de nîşan dide û dikare ber bi dewletek demokratîk a nenavendî ve biçe."

‘HIKÛMETA DEMKÎ DI PÊKANÎNA XEWNA DEWLETA TIRK DE BIKAR TÎNE’

Nivîskar Mihemed Îsa destnîşan kir, li beramberî vê  helwesta Rêveberiya Xwseer, hikûmeta demkî hewl dide ku peymanê di çarçoveya pêkanîna xewna Îslamî ya dewleta Tirkiyeyê de bikar bîne da ku QSD'ê hilweşîne, enerjiya wê bikişîne û wan bixe bin berjewendiyên projeya Îslamî û projeya Xîlafeta Osmanî."

‘TIRKIYE LI PÊŞIYA PÊVAJOYA ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK ASTENG E’

Têkildarî sedema ku çima danûstandinên Şam û Rêveberiya Xweser encamên tên xwestin nade, Mihemed Îsa, bal kişand ku serweriya Tirkiyeyê ya li ser biryara hikûmeta demkî astengiyê çêdike û destnîşan kir ku ev serdestî li pêşiya her pêşketinên erênî yên ku rêya danûstandinan vedikin, asteng e.

Çalakvanê Sûriyeyê bibîr xist ku Rêber Abdullah Ocalan di peyama xwe de ji rayedarên Tirkiyeyê xwestiye ku dest ji astengkirinê berdin, di mijara çareseriyê de hêsankariyê bike, lê Tirkiye astengiyan derdixîne û wiha dom kir: “Dewleta Tirk û rayedarên AKP'ê di bin navê ewlehiyê de, li dijî îradeya gelên herêmê ne, bi polîtîkayên wan keleha nirx û baweriyên neteweyî yên şovenîst û nirxên Îslama siyasî tên damezrandin.”

(ac)

ANHA