Şêniyên Til Temirê êrişên li ser Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd şermezar kirin

Şêniyên bajarê Til Temirê diyar kirin êrişên li ser Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd sûcekî dermirovî ye û peyamên piştgiriyê dan her sê taxan.

Şêniyên Til Temirê êrişên li ser Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd şermezar kirin
8 ÇILE, 2026   02:35
HESEKÊ
EBDULXENÎ EL HAMAN

Şêniyên bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê der barê êrişên çeteyên hikumeta demkî yên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tên perwerdekirin ên li ser taxên Kurdan ên Helebê de ji me re axivîn. Şêniyan êriş bi tundî şermezar kirin û peyama piştgiriya berxwedana gelê her sê taxan da.

Şêniya bi navê Meha Salih anî ziman ku şêniyên bajarê Til Temirê piştgiriya taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd û Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê dikin û got: "Ev piştgirî ji bingeha çarenûsa hevbeş a şêniyên herêmê tê. Di heman demê ji baweriya bi girîngiya parastina ewlehiyê, redkirina hemû cûryên êrişên li ser sivîlan û gefên li dijî aştiya navxweyî tên."

Şêniyê bi navê Berces Îbrahîm bal kişand ku piştî her hevdîtinekê di navbera şandeyên Rêveberiya Xweser û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de êrişên li ser Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd têne kirin û ev li gotinên xwe zêde kirin "Armanc ji van êrişan têkbirina hewldanên siyasî û mûzakereyan e."

Berces Îbrahîm anî ziman ku rageşiya leşkerî wekî amûreke siyasî ya zextê tê bikranîn û got: "Berdewama êrişan nîşan dide ku dixwazin rewş tevlihev bimîne û istiqrar çênebe."

Îbrahîm di dewama axaftina xwe de got, çareseriya rasteqîn ew e ku êriş tavilê werin rawestandin, sivîl werin parastin û rê li ber diyalogên cidî ya dûrî zimanê çekê were vekirin.

Ciwana bi navê Nesrîn Yûnis êrişên li ser her sê taxan bi tundî şermezar kir û got, êriş binpêkirina mafên mirovan e.

Nesrînê bang li civata navneteweyî, rêxistinên hiqûqî û mirovî kir ku tavilê destwerdanê bikin ku êrişên rawestînin û sivîlan biparêzin û hesab ji berpirsên êrişan bixwazin.

(b)

ANHA