Nivîskara Kurd: Em bi keziyên xwe hene

Nivîskara Kurd ji Başûrê Kurdistanê Ciwan Izet peyamek şand û li hemberî qutkirina keziya şervana YPJ`ê bertek nîşanda:“ Em bi vê keziya xwe heyîne û dê hebin, keziyên me sembola azadiya nasnameya me ye û sembola jinbûn şoreş û netewa me ye.“

Nivîskara Kurd: Em bi keziyên xwe hene
22 ÇILE, 2026   18:38
QAMIŞLO

Çeteyê girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyeyê bi navê Ramî El Deheş ku li bajarê Reqayê bi hovaniyekê li dijî mirovahiyê şervaneke YPJ`ê li ser destê xwe yê qirêj da şehîdkirin piştre ew keziyên wê ya hûnadinî qut kir, ev yek diyar kir ku heya ji keziyên şervanên YPJ`ê ditirstin. 

Girêdayî vê mijarê nivîskara Kurd ji Başûrê Kurdistanê Ciwan Izet berxwedana şoreşa Rojava silav kir û da zanîn ku ew keziya ku wan çeteyan qut kir keziya jina Kurd bû û keziya azadibûna jina Kurd bû, eger hûn keziyekê me bibirin û bidizin em ê bi hezaran keziyên din şîn û zindî bikin ku hûn bersivê bi keziyekê bidin em ê tevahî jinên bi hezaran bersvê bidin we, kes nikare azadiya jinên Kurd ji wan bistînin.

Ciwana wiha got:“Em bi vê keziya xwe heyîne û dê hebin, keziyên me sembola azadiya nasnameya me ye û sembola jinbûn şoreş û netewa me ye. Bi van keziyan tu carî namirin çiqas jin hebin wê jiyan, azadî, îrade û berxwedana gelê Kurd hebî ku bi vê keziyê jina Kurd xwe nas dike.“

Ciwana anî ziman ku kes nikare hebûn jina Kurd tune bikin û di dawî de wiha got:“bijî berxwdana Rojava, bijî berxwedana gelê Kurd li tevahî cîhanê, bijî Yekîtiya Gelê Kurd û bijî azadbûn, serbestî û hebûna gelê Kurd.“

(re/h)

ANHA