Niştecihên li Efrînê hewl da zarokekî bi kêran bikujin

Kesên li Efrîna dagirkirî bi cih bûne bi kêran li zarokekî dan û di encamê de ew bo nexweşxaneyê hate veguhastin.

Niştecihên li Efrînê hewl da zarokekî bi kêran bikujin
16 adar, 2024   18:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan-Efrînê hin kesên li Efrînê bi cih bûne, dora devên xwe pêçandin duh bi kêran li Rodî Mihemed Çeqel (16) ê ji navçeya Cindirêsê dan. Rodî Mihemed Çeqel li taxa Efrîna Nû ya Efrînê rûniştiye.

Rêxistinê diyar kir ku hewldana qetilkirin bi bin ket, lê Rodî bi çend kêran di lingê xwe û bedena xwe de birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneyê.

Di 13ˊyê Adarê de Yamim Ehmed Îbrahîm ê ji gundewarê Idlibê zarokê Kurd Ehmed Xalid Mamo (15) qetil kir û avêt bîrekê li ser rêya Til Silorê.

Rewşên qetilkirina sivîlan bi taybet Kurdan bi destên çeteyên dewleta Tirk a dagirker û kesên li Efrînê bi cih bûne belav in, her wiha hişbir û çek bi destên wan kesan bi awayekî zêde belav dibe.

Rêxistinê diyar kir ku li bajarê Efrînê bi tenê 26 dikanên taybet bi firotina çekan bi awayekî aşkera hene û tenê kesên li Efrînê bi cih bûne dikarin çekê hilgirin, lê li Kurdan heta ji bo parastinê jî qedexe ye.

(fr)