Di salvegera dagirkirina Efrînê de PYD’ ê panelek li dar xist

Nivîsgeha Têkiliyan a PYD’ê li Şehbayê bi bûneya salvegera 6ˊan a dagirkirina Efrînê bi durişma “Bi rihê berxwedana biratiya gelan em ê dîwaran hilweşînin Efrîn û tevahî xaka Sûrieyê rizgar bikin”, panelek li dar xist.

16 adar, 2024   18:14
ŞEHBA

Bi însiyatîfa Nivîsgeha Têkiliyan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li kantona Efrîn û Şehbayê bi durişma “Bi rihê berxwedana biratiya gelan em ê dîwaran hilweşînin Efrîn û tevahî xaka Sûrieyê rizgar bikin”û bi boneya salvegera 6’an a dagirkirina Efrînê ji aliyê dagirkeriya Tirk û komên çeteyan ve, panelek diyalogê hat lidarxistin. Panel bi beşdarbûna bi dehan ji nûnerên partiyên siyasî, tevger û saziyên cûda li Hola kampa Serdem hat lidarxistin. Ji aliyê Hevserokê PYDˊê ya Bakur û Rojhilatê Sûrieyê Salih Muslim ve axaftina destpêkê hat kirin.

‘EFRÎN DI ENCAMA PILANÊN NAVNETEWEYÎ DE HAT DAGIRKIRIN’

Salih Mislim anî ziman ku Efrîn bi hêzeke navneteweyî hat dagirkirin û wiha got: “Efrîn di salên dirêj de bû cihê herî ewle û aram, her kes di nava xwe de pêşwaz kir. Em dizanin ku Efrîn her di planên dagirkeriya Tirkiyê de bû. Di sala 12ˊan de hin gundên Efrînê armanc kirin. Divê em bizanin di şerê li ser Efrînê de tavahî hêzên navneteweyî bûn yek. Hemû çekên ku dihatin bikaranîn çekên NATOˊyê bûn, Efrîn di encama planên navneteweyî de hat diyarkirin.”

Mislim der barê berxwedana gel li Şehbayê de wiha axivî: “Berdewama berxwedana gelê Efrînê li Şehbayê di hemû şert û mercên zehmet de dê bibe misogeriya rizgarkirina  Efrînê.”

Panel bi 2 beşan  bû, beşa yekem ji panelê bi navê ‘Efrîn di bin siya Rêveberiya Xweser de’ ji hêla endama Nivîsgeha Têkiliyan a PYDˊê ya Helebê Ayşe Hiso ve hate birêvebirin.

Ayşe wiha got: “Efrîn bajarê herî biewle bû. Gelê Efrînê bi fikir û felsefeya Rêber Apo ve girêdayî bûn. Di Şoreşa 19’ê Tîrmehê de gav avêtin. Dibistan, zanîngeh, peymangeh û sîstema Rêveberiya Xwese dan avakirin. Ev yek ji bo dewleta Tirk metirsiyek dida avakirin. Ji ber ku projeya Rêveberiya Xweser, projeya biratiya gelan bû. Dewleta Tirk bi êrişên xwe ya di 2018’an de xwest projeya Rêvberiya Xweser têk bibe. Lê belê ev yek nebû. Ji ber ku gelê Efrînê li wargehên koçberiyê ev proje dan parastin.”

Her wiha beşa duyem a panelê  bi navê ‘ Efrîn di pêvajoya berxwedanê de û piştî dagirkirinê’ ji hêla endamê Nivîsgeha Têkiliyan a PYD’ê ya Efrîn û Şehbayê Esed Manan ve hat xwendin.

‘SOZA BİLİNKİRİNA TÊKOŞÎNÊ Jİ BO RİZGARKİRİNA EFRÎNÊ HATE DAYÎN’

Esed wiha got: “6 sal di ser dagirkeriya Efrînê re derbas bû. Di hundir berxwedana Serdemê ya 58 rojan de berxwedaneke bêhampa hate meşandin. Lê belê dewleta Tirk bi her awayî xwest vîn û berxwedana gel bi hedefgirtina zarokên wan bide şikandin. Lê gel ji bilî rêya berxwedanê tu rêya din nepijirand. Piştî koçberkirina gelê Efrînê, gel di hundir Şehba de xwe bi rêxistin kir û têkoşînê dide meşandin, ji bo vegere Efrînê. Gelê Efrînê bi şervanên xwe HRE’yê re gav bi gav têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo û rizgarkirina Efrînê didin meşandin. Her wiha soza rizgariya Efrînê didin.”

Her wiha panel bi rêya nîqaşa beşdaran bi dawî bû.

Beşdaran wiha gotin:  “Bi rihê şerê gel ê şoreşgerî em ê têkoşînê bilind bikin û herêmên dagirkirî dê berpirsyara me be. Divê tevahî gelê Sûriyeyê bibe yek û xaka Sûriyeyê biparêzin. Her wiha parastina projeya Rêveberiya Xweser jî bê kirin. Her wiha ji bo girtina pêşiya van kiryaran divê em gelê Sûriyeyê û tevahî cîhan bibin yek. Eger dagirkerî bi dawî nebe, sûcên di hundirê Efrînê de bi dawî nabin. Ji bo rizgarkirina Efrînê divê em her kes xwe erkdar bibînin.”