Nirxandinên Şehîd Rustem Cûdî yên têkildarî pirsgirêka Filistîn û Cihûyan

Şehîd Rustem Cûdî têkildarî pirsgirêkên li Rojhilata Navîn, di nav de şerê Îsraîl û Ereban de nirxandinên girîng pêşkêş kirine.

Nirxandinên Şehîd Rustem Cûdî yên têkildarî pirsgirêka Filistîn û Cihûyan
9 mijdar, 2023   08:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji 7′ê Cotmehê ve şer di navbera Îsraîl û Hemasê de diqewime. Di encama şer de ji her du aliyan ve bi hezaran sivîl bûne qurbanî. Endamê Komîteya Navendî ya PKK′ê Şehîd Rustem Cûdî di nirxandinên têkildarî kaosa li Rojhilata Navîn de, şerê Filistîn û Îsraîlê jî nirxandibû.

Şehîd Rustem Cûdî diyar dike ku di navbera Sudan û Misirê de pirsgirêkên li ser herêman hene, di welatê Kendavê de bi vî rengî, di navbera Lubnan û Sûriyeyê de pirsgirêkên wiha hene, jixwe mesela Îsraîl mesleyeke dîtir e. Ev hemû ji bo çi ne!?

Rustem Cûdî îşaret bi vê yekê dike ku ev hemû ji bo ku di herêmê de ahengî çênebe, lê nakokî hebe ′′ Ji bo ku her demê mecaleke ku emperyalîzm karibe destwerdana herêmê bike. Her demê herêm nexweş be, bi van nakokiyên çêkirî pirsgirêkên sînoran, bi meselên herêmê li ser nakokiyên herêman hene, bi van her demê dijminê hev in. Ahengî çênebe, her kes pêdiviya wan bi Rojava hebe.′′

NAKOKÎ JI BO EMPERYALÎZMÊ FIRSENDEK E KU DESTWERDANA HERÊMÊ BIKE

Rustem Cûdî diyar dike ku her çiqasî car bi car zorî û zehmetî dihatin dîtin jî, lê her demê hebûne ′′ Ji bo vê heta berî bandora modernîta kapîtalîst li ser Rojhilata Navîn çêbibe, ango beriya sedsaliya nozdan û bîstan, bi taybetî heta wê çaxê li Rojhilata Navîn mozayîkeke pir dewle-mend hebûye, pir rengîn û kêm caran bi rengekî dijwar wer as-tengî li pêşiya îfadê hebûye. Xiristiyan hebûne, Misilman hebûne, mezhebên cuda cuda hebûne. Dînên cuda hebûn, Xiristiyan, Yahûdî, Misilman, heta dînên kevn kevn, mîna Bihaî, Zerdeştî, Sabia yî, hwd, gelek dînên din jî.′′

QIRKIRINA BERIYA 100 SALAN

Rustem Cûdî balê dikişîne ku qirkirin, şikandin, bi her rengî tunekirin, asîmîlasyona di vê sedsalên derbasbûyî de çêbûye, di dîroka Rojhilata Navîn de çênebûye. Her wiha destnîşan kir ku  ti carê weke ku di wê sedsalê de îmhakirin û asîmîlasyona bi zorê ango helandina qeserî ya bi zorê, di dîroka vê erdnîgariyê de çênebûye. Weke çawa di vê sedsalê de çêbûye.

BI GARANTIYA EWLEHIYA ÎSRAÎLÊ ROJHILATA NAVÎN TÊ LAWAZKIRIN

Rustem Cûdî rola Îsraîlê li herêma Rojhilata Navîn wiha nirxandiye: ′′ Niha ji bo Rojava Îsraîl li Rojhilata Navîn girîng e. Ji ber çi? Îsraîl ne xwe tenê temsîl dike. Îsraîl wekîlê şirketa kapîtalîst ya navneteweyî ye. Wekîl e, di heman demê de bi navê wê yê biyanî jî sîxûr e. Yanî yê ku ji cihekî re dixebite. Îsraîl wekalet e, Îsraîl bi wekaletê berjewendiyên emperyalîzmê li Rojhilata Navîn di-meşîne. Ji bo vê hemû rengê xeteriyan li ser Îsraîl ji aliyê Amêrîka, În-geltire û Ewrûpayê ve nayên qebûl kirin. Ji bo ku ewlekariya Îsraîl di ewlehiyê de be, her demê, Rojhilata Navîn lewaz dihêlin. Ji ber çi? Îsraîl weke hêzeke leşkerî Rojhilata Navîn di bin xeteriyê de dihêle, çekên wê yên nukleer hene. Çekeke wê ya balafiran yê pir berfireh heye, hêzeke wê ya îstixbaratê ya mezin heye, aboriya wê jî heye.′′

ÎNGILÎZAN DEWLETEK JI CIHÛYAN RE AVA KIR DA KU BI RÊYA WÊ HERÊMÊ KONTROL BIKIN

Rustem Cûdî diyar dike ku Yahudî sîstema navneteweyî jî bi xwe dixebitîne ′′Bi taybetî dema di Rojhilata Navîn de bi cih kirine, ne ji bo Yahudiyan, ne ji bo ku Îngilîz dilê wan bi Yahudiyan şewitiye û welatek ji wan re çêkirin, ji bo ku her demê biryargehek wan di vir de hebe, pê herêmê kontrol bike. Bi xelkê herêmê re dijber be, têkiliyê wan bi hev re tunebe, tenê dijmin be, bi vî rengî her demê karibin herêmê kontrol bikin. Dînamîkê herêmê qels bike.′′

RÊKA ÇARESERIYÊ JÎ DEMOKRATÎKKIRINA HUNDIRÎN

Li gorî şehîd Rûstem Cûdî, eger Yahûdî pirsgirêka Filistînê çareser neke hingî wê doza Yehûdiyan ne di ewlehiyê de be û dê pirsgirêk çareser neke, ji ber ku pirsgirêka li ser esasê dijminhatî, înkarkirin, redkirin wê her dewam bike.

DÊ NETEWPERESTIYA EREB LI HEMÛ YEHÛDIYAN PÊŞ DE BIÇE

Rustem Cûdî bertekên Ereb li hemberî kirinên Îsraîlê wiha nirxandine "Heta niha têgihîştineke li ser esasê demokrasiyeke ku tê de Yahudî jî cih bigirin, zemîneke li ser vî esasî peyda nebûye. Heta ni-ha li hemberî kûrbûna miliyetgeriyê, ya Ereban jî ev her dem bi şeran bi encam dibe. Di roja me ya îro de jî bi taybetî di şexsê partiya Hemas de, di kesayeta hinek komên miliyetparêz ên din de, hîna zêdetir ev di eniya Ereban de kûr dibe, di eniya Yahudiyan de jî bi vî rengî kûr dibe. Weke dijberiyê ku hev têr bikin pêş dikevin. Jixwe hêzên navneteweyî û herêmî jî li gorî berjewendiyên xwe dinirxînin.′′

ÎSRAÎLÊ DÎT TEVEGERÊN DÎNÎ PÊŞ KET, LÊ ÇAVÊ XWE JÊ GIRT

Berdewama nirxandinên şehîd Rustem Cûdî wiha ye "Niha Hemas çi bû? Îsraîl Hemas çênekir. Hemas encamê îflaskirina bizavên milî, îflaskirina bizavên sosyalîst, di cîhana Erebî tevgerên dînî geşbûn. Çima, ji ber ku tevgerên milî zêde encam negirtin. Yanî têkoşîna milî tevgera milî êdî zêde encam nedigirt. Pirsgirêkên wê çêbûn. Tevgera dînî pêş ket. Îran hîna zêdetir zexm dayê, hîna zêdetir moral dayê. Îsraîl dît ku tevgera dînî pêş dike-ve, zêde ziyana wê tuneye, lê di esas de dijminê wê rêxistina Rizgariya Filîstînê FKO´yê ye. Ji bo vê çavê xwe jê re girt. Piştî ku Sovyet hilweşiya tevgera dînî hîna zêdetir bi sîstemê re ket nakokiyê. Para xwe xwest. Tevgera dînî çawa vê para xwe tîne ziman û dibêje; “We ez li dijî sosyalîzmê xebitandim, niha sosyalîzm hilweşiya, hûn her tiştî dibêjin yê min, na para min jî tê de heye.” Li ser vê nakokî çêbûn, tabî Hemas ji vê nakokiyê fayde dît. Hemas lewazbûna tevgera milî, ji bo weke encamê wê di Filîstînê de, lewazbûna tevgera sosyalîst e, weke encamê wê, weke nerazîbûna li hemberî wê ye. Ya din jî jirêderketina ku di nava FKO´yê de derket, ew jî weke çawa niha ji rê derketin, di nav PDK-YNK‟ê de hene, qaşo hemû şoreşger bûn, heta duh pêşmerge bûn. Niha bi milyonan peran didizin. Di nava Filîstîniyan de jî wer bû.

Ev ên Îslamî hinekî navê wan zêde di diziyê de çênebû, ji bo vê gel hîna zêdetir di wan de hêvî didît. Deng dan wan, bûn desthilatdar, ji kontrolê derketin. Dema ku ji kontrolê derketin bi ser de diçin. Niha rewşa Hemasê ev e.

Niha li Xezayê desthilatdar in, lê belê ne rêka çareseriyê ye, ango pirsgirêk bi wan çareser nabe. Eger reforman çênekin, wiha nikarin pêş bikevin, cîhan jî wan bi vî rengî qebûl nake. Civak jî wan wiha qebûl nake. Civak jî tepeserkirina dînî qebûl nake.

RÊBAZÊN ÇARESERIYÊ

Şehîd Rustem Cûdî di nirxandinên xwe de neteweya demokratîk wekî çareserî ji pirsgirêkên Rojhilata Navîn re destnîşan dike " Ji lew re li dijî wê ji miliyetgeriyê zêdetir neteweya demo-kratîk, divê ku prensîbên neteweya demokratîk esas bên girtin, weke çareseriyê. Ev tenê ji gelê serdest nayê xwestin, ji gelên bindest jî tê xwestin. Ji ber ku şovenîzm, miliytgerî her demî serdest jê fayîdê dibînin. Ji bo vê em îro nikarin bêjin weke alternatîf, li hemberî miliyetgeriya Tirk û Ereb divê ku em jî miliyetgeriya xwe pêş bixînin. Eger em miliyetgeriya xwe pêş bixînin, wê demê em sedeman pêşkêş dikin. Em sedeman pêşkêşî miliyetgeriya heyî û serdest dikin. Panzehîrê miliyetgeriyê, neteweya demokratîk e. Neteweya demokratîk tê de hezkirina netewe, erdnîgariyê heye. Qebûlkirin heye. Weke nirx parastina wê ferz dike, tê de bengîniya azadiyê heye. Ev tiştên ha hemû tê de hene.

Lê tê de asîmîlasyona bi zorê tuneye, otoasîmîlasyonê qebûl nake. Weke netewe xwe li ser kesê dîtir re nagire. Yanî nirxgeriyeke biyolojî, erdnîgarî, reng, ziman tê de tuneye. Ferq û cudatiya di navbera miliyetgeriyê û neteweya demokratîk de ev e. Ji bo vê panzehîra miliyegeriyê, jixwe neteweya demokratîk e. Ew pêwîst e, esas bê girtin.

Li Rojhilata Navîn jî jixwe xebateke mezin jê re pêwîst e. Lê belê li Rojhilata Navîn ewqas reng hene, dewlet netewe û asîmîlasyona bi zorê qebûl nake. Ji dewlet neteweya ku tîpeke homojen hemwelatiyeke yekîtîp di xizmeta dewletê de, ji wê zêdetir formîlên pozvekirî ji Rojhilata Navîn re pêwîst in. Ji ber ku li ser heman erdnîgariyê gelek netewe û gelek reng bi hev re dijîn. Ji bo vê ew hîna zêdetir wê rasteqînî be.′′

(bb)

ANHA