Li Lîwa Îskenderon erdhej çêbû

Li Lîwa Îskenderon bi pileya 4.9 erdhej çêbû. Erdhej li gelek deverên Sûriye û Tirkiyeyê jî hat hîskirin.

Li Lîwa Îskenderon erdhej çêbû
9 mijdar, 2023   09:03
NAVENDA NUÇEYAN

Erdhej saet di 05.32’yan de bi pileya 4.9 li Lîwa Îskenderon a 77 km li bakur rojavayê Idlibê ye çêbû. 

Hat zanîn ku erdhej li Lazîqiyê, Heleb, gundewarê Heleb û bi taybet li Cindirêsê, Ezaz û Efrînê jî hatiye hîskirin.

Nûçegihanê me ji Helebê diyar kirin ku xelkê Helebê ji tirsa erdhejokên piştî erdhejê daketiye kolanan.

Hate diyarkirin ku erdhej di 13.9 kîlometreyan di bin erdê de çêbûye û bajarên Edene, Osmaniye, Dîlok û Mêrsîn jî pê hesiyan e.  

(c)