Nirxandina 72 saetan a Operasyona Ewlehiya Domdar

Rêveberê Navenda Ragihandinê ya YPG'ê da zanîn ku Operasyona Ewlehiya Domdar di encama zêdebûna çalakiya şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ'ê de, dest pê kir. Her wiha diyar kir ku heta niha encamên baş ji operasyonê hatine girtin, nexasim piştî girtina hejmareke mezin ji çeteyan û hevkarên wan û desteserkirina kelûpelên di hundirê kampa Hol de.

Nirxandina 72 saetan a Operasyona Ewlehiya Domdar
8 mijdar, 2024   18:39
HESEKÊ

Operasyona Ewlehiya Domdar a ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) dest pê kiriye, di roja xwe ya 3'yemîn de li kampa Holê û derdora wê didome. Di roja 3'yemîn de "Beşa Muhacîrat"" a hundirê kampê ku tê de jinên çeteyên DAIŞ'ê yên biyanî hene, hat paqijkirin.

Girêdayî wê, rêveberê Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Siyamend Elî da zanîn ku heta niha encamên baş ji operasyonê hatine girtin.

Elî destnîşan kir ku di rûbera zêdetirî 100 kîlometreyên çargoşe de, nêzî 200 gund hatin paqijkirin û 47 çeteyên DAIŞ'ê û hevkarên wan hatin girtin. Her wiha çek, cebilxane û amûrên ku çeteyan di êrişên li dijî herêmê de bi kar dianîn, hatin desteserkirin.

Elî wiha domand: "Di xebatêb lêgerîna di kampa Hol de, hêzên Odeya Operasyona Ewlehiya Domdar tunelên ku çeteyan ji bo ketin û derketina ji kampa Hol bi kar dianîn, vedîtin. Her wiha di xebatên lêgerîna di bajarê Hol de 7 çeteyên DAIŞ'ê û 3 yên gumanbar hatin girtin.

 Elî diyar kir ku di dema dawîn de çalakî û tevgera şaneyên çeteyên DAIŞ'ê li herêmê zêde bû û wan hewê da xwe bigihînin kampê û li dijî Hêzên Ewlekariya Hundirîn êrişan pêk bînin, ji ber wê ev operasyon hat destpêkirin.

Elî wiha zêde kir: "Çeteyên DAIŞ'ê hewl didin rê di navbera Iraq û Sûriyeyê çêkin, xwe bigihînin kampa Hol, zarok û jinên DAIŞ'ê ji kampê derxin û wan li ser fikrên tundraw perwerde bikin."

 Siyamend Elî destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ'ê ji rewşa herêmê, şerê Îsraîl û Hemasê û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê, sûd digirin da ku xwe rêxistin bikin û vejînin, ji ber wê QSD'ê ji bo têkbirina hewldanan û parastina herêmê û tevahî cîhanê ji metirsiya DAIŞ'ê, di hewldanan de ye.

(mh)

ANHA