Foruma Çalakiyan a Têkoşîna Dijî Tundiya li Ser Jinan hat damezirandin

Meclisa Jinên Sûriyeyê ya Helebê Foruma Çalakiyan a Roja Têkoşîna Dijî Tundiya li Ser Jinan a Cîhanê, damezirand.

Foruma Çalakiyan a Têkoşîna Dijî Tundiya li Ser Jinan hat damezirandin
Foruma Çalakiyan a Têkoşîna Dijî Tundiya li Ser Jinan hat damezirandin
8 mijdar 2024   16:24
HELEB

Meclisa Jinên Sûriyeyê ya bajarê Helebê bi boneya Roja Têkoşîna Dijî Tundiya li Ser Jinan a Cîhanê daxuyaniyek da. Daxuyanî li parka Efrîn a taxa Eşrefiyê ji aliyê endama Koordînasyona Meclisa Jinên Sûriyeyê Rîhab Îbrahîm ve hat xwendin.

Li wir, endamên meclisê, nûnerên herêman, aktîvîstên jin ên ji hundirê Sûriyeyê û alîgirên mafên jinan beşdar bûn.

 Di destpêka daxuyaniyê de bal li ser dîroka Roja Têkoşîna Dijî Tundiya li Ser Jinan a Cîhanê hat kişandin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bêwekhevî û çanda tundiya li ser jinan a di encama hegemoniya baviksalarî de, heta îro didome û ew jî li pêşiya pêkanîna wekhevî û aştiyê dibin astengî.

Di daxuyaniyê de bernameya çalakiyan ji 10/11/2024 heta 25/11/2024 hat diyarkirin:

 - Paneleke diyalogê li ser Roja Têkoşîna Dijî Tundiya li Ser Jinan a Cîhanê were lidarxistin.

- Semînerên li ser tundiya li gorî beşa civakî û berdana bêdeng werin dayîn.

- Lidarxistina protestoyê li dijî tundiya li ser jinên cîhanê û yên Sûriyeyê bi taybetî.

- Li ser bandora tundiya derûnî û bedenî semîner li kampan werin dayîn û proşor werin belavkirin.

- Daxuyaniyeke dawîn.

Di dawiya daxuyaniyê de teqezî bi bilindkirina asta têkoşînê ji bo girtina encamên baş ji bernameya çalakiyan û bidawîkirina bandorên rewşa dijwar a heyî.

(mh)

ANHA