Netanyahu wezîrê parastinê yê Îsraîlê ji kar derxist
Nivîsgeha serokwezîrê Îsraîlê ragihand ku Netanyahu wezîrê parastinê ji kar derxist û dê Îsraîlê li şûna wî Israel Catz erkdar bike.
Nivîsgeha serokwezîrê Îsraîlê ragihand ku serokwezîr Benjamin Netanyahu wezîrê parastinê Yoav Gallant ji kar derxist û bi Israel Catz re got tu li şûnê bigire.
Rojnameya Jerusalem Post bi bîr xist ku Netanyahu dê Gideon Sa'ar ji bo wezîrê karên derve pêşniyar bike.
Li gorî daxuyaniyên Netanyahu, divê di navbera serokwezîr û wezîrê parastinê baweriyek temamî hebe û got pirsgirêka baweriyê ya di navbera wî û wezîrê parastinê de çêbûye nahêle rêvebirina şer bi vê rêbazê dewam bike.
(mh/fr)