Netanyahu: Îran êdî nikare Uranyûmê dewlemend bike yan jî mûşekên balîstîk çêke

Netanyahu diyar kir ku Îranê piştî 20 ji destpêkirina êrişên asîmanî yên Amerîkî-Îsraîlê şiyana xwe ya dewlemendkirina uranyûmê û çêkirina mûşekên balîstîk winda kiriye.

Netanyahu: Îran êdî nikare Uranyûmê dewlemend bike yan jî mûşekên balîstîk çêke
19 adar, 2026   23:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku piştî 20 rojan ji destpêkirina êrişên asîmanî yên Amerîkî-Îsraîlê, Îran êdî ne dikare uranyûmê dewlemend bike ne jî mûşekên balîstîk çêke.

Netanyahu da zanîn ku Îran ji şiyana xwe ya dewlemendkirina uranyûmê an çêkirina mûşekên balîstîk hatiye bêparkirin.

Netanyahu di civîneke çapemeniyê ya televîzyonî de anî ziman ku "Em ji bo pîşesaziyên ku çêkirina mûşekan gengaz dikin ji holê rakin tedbîran digirin. Îran êdî ne dikare uranyûmê dewlemend bike ne jî mûşekên balîstîk çêke."

Di dewama axaftina xwe de Netanyahu got "Em bi ser dikevin û Îran rastî wêraniyeke berfireh tê."

(fr)