Netanyahu "hewl dide" civîneke bilez bi Trump re li dar bixe

Raporeke rojnameya "Wall Street Journalê" fikarên li Îsraîlê yên der barê peymana Washingtonê ya bi Tehranê re aşkera kirin. Ronameyê diyar kir ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu hewl dide ku civîneke lezgîn bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re li dar bixe.

Netanyahu "hewl dide" civîneke bilez bi Trump re li dar bixe
16 hezîran, 2026   21:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya "Wall Street Journal" ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyekî agahdar diyar kir ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu hewl dide ku civîneke lezgîn bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re li dar bixe da ku tiştê ew wekî "pirsgirêkên nakok" di peymanê de bi nav dike çareser bike.

Ji ber nezelaliya hin bendên peymana ku Trump li ser îmze kiriye, fikarên li ser Îsraîlê zêde bûn.

Di nav daxuyaniyên nakok ên der barê helwesta Lubnanê li ser peymanê de, Îsraîlê ragihand ku artêşa wê dê herêma bi navê "herêma ewlehiyê" li bakur bihêle. Ew herêm bi dehan kîlo metreyan di nava axa Lubnanê de ye ku Îsraîlê çend hefteyên berê kontrol kir.

Di civîneke çapemeniyê de roja duşemê, Netanyahu ji rexnekirina rêkeftina Amerîka-Îranê ya derketî dûr ket û got armancên wê li Îranê "bi piranî hatine bidestxistin" û îdia kir ku "şiyana Îranê ya hilberîna çekan zirar dîtiye, aboriya wê hilweşiyaye û bernameya wê ya nukleerî kêm bûye".

(fr)