Netanyahu: Bêçekkirina Hemasê armanca me ya ewil e

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got Îsraîl giraniyê dide bêçekkirina Hemasê û veguherandina Xezayê bo herêmeke bêçek û anî ziman ku heya Hemas neyê bêçekkirin Xeza ji nû ve ava nabe.

Netanyahu: Bêçekkirina Hemasê armanca me ya ewil e
28 ÇILE, 2026   11:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu duh piştî wergirtina cenazeyê çawîş Ran Gafili ku rehîneyê dawîn di destê Hemasê de mabû, civîneke çapemeniyê pêk anî.

Netanyahu got: “Em niha giraniyê didin temamkirina du mîsyonên mayî: bêçekirina Xezayê û veguhestina Xezayê bê çek û tune. Ev mîsyon ger bi rêbazên hêsan be an jî zehmet be dê pêk werin.”

Netanyahu anî ziman ku heya Hemas neyê bêçekkirin, Xeza ji nû ve ava nabe, her wiha got avakirina dewleteke Filistînê li Xezayê çênabe û dê çênebe.

Serokwezîrê Îsraîlê îşaret pê kir ku tevî hin welatên Ewropayê dewleta Filistînê nas kirine jî, lê kontrola ewlehiyê ya Îsraîlê ya li ser Xeza û Şerîdaya Rojava dewam dike.

Netanyahu got Xeza jî di nav de Îsraîlê dê kontrola xwe ji çemê Urdunê heya Deryaya Spî bidomîne.

Netanyahu bal kişand ser aloziyên bi Îranê re û got: "Îran bi êrişa xwe ya li dijî Îsraîlê şaşiyek mezin kir. Em ê bi xurt bersiva Îranê bidin. Serok Trump çi biryar dide bila bide, dewleta Îsraîlê çi bixwaze wê biryara wê bide.”

(b)