Nergîs Muhammedî krîza dil derbas kir

Nergîs Muhammedî piştî ku diGirtîgeha Zencanê ya Îranê de krîza dil kir, rakirin nexweşxaneyê.

Nergîs Muhammedî krîza dil derbas kir
2 gulan, 2026   14:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Weqfa Nergîs Muhammedî, çalakvan Nergîs Muhammedî piştî ku du caran di Zindana Zencanê de ji ser hişê xwe çû û krîza dil derbas kir, rakirin nexweşxaneyê.

Parêzerê wê Mustafa Nîlî, bi rêya X’ê diyar kir ku muwekîla wî 30’ê Nîsanê ji ser hişê xwe çûye û ew rakirine nexweşxaneyê. Parêzer got di rojên dawîn de tansiyona wê bilind bûye û sîngê wê êşiyaye. Her wiha destnîşan kir ku rewşa wê paşê xirabtir bûye û ev yek bûye sedem ku norolog wê li girtîgehê muayene bike.

Berê jî malbata Nergîs Muhammadî hişyarî li ser xirabûna tenduristiya wê dabû û gotibû rayedarên Îranê tevî raporên bijîşkî yên fermî ku hewcedariya wê ya krîtîk ji bo lênêrînê piştrast dikin, dermankirina wê red dikin.