Navenda tenduristiyê ya bajarê Qinê hate vekirin

Li bajarê Qinê yê girêdayî Kantona Firatê navenda Tenduristê ji aliyê Desteya Tenduristêyê ya Kantona Firatê ve hate vekirin.

Navenda tenduristiyê ya bajarê Qinê hate vekirin
Navenda tenduristiyê ya bajarê Qinê hate vekirin
Navenda tenduristiyê ya bajarê Qinê hate vekirin
Navenda tenduristiyê ya bajarê Qinê hate vekirin
Navenda tenduristiyê ya bajarê Qinê hate vekirin
Navenda tenduristiyê ya bajarê Qinê hate vekirin
Navenda tenduristiyê ya bajarê Qinê hate vekirin
Navenda tenduristiyê ya bajarê Qinê hate vekirin
1 îlon, 2025   15:19
KOBANÊ

Navenda bajarê Qinê yê girêdayî Kantona Firatê ku di 5 Tîrmeh 2025 de dest pê sererastkirina kiribû Îro (2025 1 îlonê ) ji aliyê Desteya Tenduristêyê ya Kantona Firatê ve hate vekirin.

We ev navend xizmeta bajar û 50 gundan û derdora 50 hezar kes lê jiyan dikin, dihat kirin. Li navendê beşên lezgîn, giştî, jin, zarok, piştgiriya, derûnî, testa xwîn û şekirê hene. Ji bo pêdiviya dermanan jî, dermanxaneyek hatiye vekirin. Navend ji 8 odeyan pêk tê.

Navende bi beşdarbûna bijîşk, endamên Tenduritiyê, saziya Malbatê Şehîdan û rêveberiyên  Rêvberiya Xwser ya Kantona Firatê hate vekirin.

Navend ji aliyê dayîka Şehîd Îbrahîm Mihemnd, Emîne Ehmed ve hate vekirin.

piştre axaftin ji aliyê Hevserokê Rêvberiya Xwaser ya Kantona Firatê Ferhan Hec Îsa diyar kir ku ew wek Rêvberiya Xwaser wê her tişên ji gelê xwe re bikin û anî ziman ku ev navend gelekî girînge û dikeve xizmeta gel û wiha anî ziman : "Erka me ya sereke ewe ku em ê her tim xizmet gelê xwe bikin. Em spasiya her kesên ku ev piroje birêve dibirin û amede kir û kedn têda dan em wan ji dil spas dikin, ev xizmeteke ku ji tevahî gelan re ye û ji wan re jî bi sûde."

Dûra jî kesên li wir amade dest bi vekirinê kirin û derbasî nava navendê bûn û di heman demê de jî îro ev navend ji bo gel kete xizmetê.

Bajarê Qinê (Qenaya) dikeve rojavayê bajarê Kobanê û 50 gundên girêdayî wê hene. Piştî ku di sala 2015’an de ji destê çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin, rêveberiya xweser a kantonê xizmeta tenduristiyê dabû destpêkirin.

(mm)

ANHA