‘Desthilata Şamê pergaleke despotîk çêdike’

Jinên ji kantona Tebqayê hikumeta ji aliyê desthilata Şamê ve hatiye avakirin rexne kir û got desthilata Şamê bi van nêzîkatiyan despotiyê ji nû ve hildiberîne.

‘Desthilata Şamê pergaleke despotîk çêdike’
6 nîsan, 2025   05:06
TEBQA
RÎNAD EL ELÎ

Desthilata Şamê di 3’yê Adarê de avakirina hikumetê ragihand. Di hikumetê de îradeya gel û jinan û nûnertiya rasteqîn a pirrengiya çandî ya li welatê di ber çavan nehatiye girtin, lewre di serî de jin, ji aliyê pêkhateyên gelê Sûriyeyê ve rastî nerazîbûnê hat. 

Jinên ji kantona Tebqayê der barê mijarê de nêrînên xwe anîn ziman.

Ranya Bîtar anî ziman ku desthilata Şamê siyaseta dûrxistina jinan didomîne û bi bîr xist ku jinan li hemberî rêveberiya despotîk a Baas’ê ya ku zêdetirî 50 salî welat bi rêve bir têkoşîneke mezin nîşan da.

Ranyayê dûrxistina jinan ji avakirina Sûriyeya nû, bi paşguhkirina îradeya jin û civakê ve nirxand û wiha dom da axaftina xwe "Bi vê siyasetê ne mumkin e pêşketineke mayînde û edaleta civakî pêk werin. Ji bo ku welat bi navên cuda venegere nuqteya sifir an ku rejîma despotî ya yekalî, divê nunertiya rasteqîn a jinan di pêvajoya bê de were mîsogerkirin."

Fexriya Şêxo jî destnîşan kir: "Kongreya diyaloga nîştimanî ya sûriyeyî ku ji aliyê desthilata Şamê ve hatibû lidarxistin, dîsa danezana destûrî û hikumeta hatiye avakirin pirrengiya etnîk, olî û çandî ya li Sûriyeyê li ber çavan nagire û got: "Ev hemû rola jinan û pêkhateyên din bi awayekî mezin dûr xistine. Her wiha welat vedigerîne desthilata berê ya yek alî, ya dûrxistina rengên din ên Sûriye ji proseya siyasî û rêvebirina welat."

Şehed El Elî jî îşaret bi vê yekê kir ku hikumeta ji aliyê desthilata Şamê ve hatiye avakirin, pirrengiya li welat îfade nake û wiha domand "Hikumeta ku pirrengiya li Sûriye nebîne, wê nikaribe welat ji aloziyê derbixe û dê nikaribe sedemên aloziyan jî çareser bikin. Di mîna van hikumetan de hemwelatîbûna rasteqîn nin e û hêviyên nîştimanî bi cih nayîne."

Şehed El Elî bang li aliyên têkildar ên desthilata Şamê kir ku û got: "Ji bo avakirina Sûriyeke hevbeşî û nenavendî ku mafên hemwelatîbûnê yên hemûyan diparêze û beşdariya wan a adilane di qadên bingehîn ên jiyanê de mîsoger dike, biryarên xwe di ber çavan re derbas bikin û dawî li siyasetên paşguhkirinê bînin."

(bb)