Çeteyên dewleta Tirk 2 Efrînî revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 2 hemwelatî ji gundê Gawenda yê Efrîna dagirkirî revandin.

Çeteyên dewleta Tirk 2 Efrînî revandin
8 hezîran, 2025   21:15
HELEB
MIHEMED EBDO

Çavkaniyên ji bajarê Efrînê yê dagirkirî diyar kir ku çeteyên qaşo "Ehrar El Şerqiye" yên dewleta Tirk a dagirker hejmarek welatiyên Kurd ên ku bi boneya Cejna Qurbanê ji Helebê berê xwe dane Efrînê îşkence kirin û revandin.

Ji nav wan revandiyan 2 hemwelatî ji gundê Gawenda yê bajarê Raco yê Efrîna dagirkirî hebûn û navên wan wiha ne; Reşîd Seydo Bekir (Ebû Ferhan) û kurê birayê wî Egîd Bekir.

Çavkaniyan diyar kir ku saet di 12:00’an de piştî nîvê şeva duh, çete bi 4 erebeyan hatin, li her du welatiyan da û di bin gefa çekê de ew revandin. Her wiha çeteyan erebeya Egîd Bekir jî dizî û bi xwe re birin.

Li herêmên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dagir kirine, ruxmî ku desthilata Şamê îdia dike ku ew dîsplîn kirine û girêdayî wezareta parastinê ne, rewşên îşkenceya dijî welatiyan, revandin, qetilkirin, talankirina mal û milkên wan didome. Di heman demê de desthilata Şamê daxwaza bidawîkirina dagirkiriyê, misogeriya yekitî û aştiya xaka Sûriyeyê, nake.

(fr)