MSDˊê li Reqayê pêşdeçûnên li Sûriyeyê nîqaş kirin

MSDˊê di civînekê li kantona Reqayê de pêşdeçûnên siyasî yên li Sûriyeyê, rêbazên destekdayîna çareseriya krîza Sûriyeyê bi rêya diyalogê nîqaş kirin. Di civînê de bal li ser girîngiya peymana 10ˊê Adarê weke firsetekê ji bo avakirina dewleteke nenavendî hat kişandin.

MSDˊê li Reqayê pêşdeçûnên li Sûriyeyê nîqaş kirin
30 tîrmeh, 2025   16:09
REQA

Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk bi hevkariya Partiyên siyasî re civîneke berfireh li bajarokê Hezîma yê kantona Reqayê organîze kir. Di civînê de nûnerên ji partiyên siyasî, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, gelek mamoste, hevserokatiya rêveberiya xeta bakur, endamên Şaredariya gel û komînan amade bûn. Di civînê de pêşdeçûnên siyasî  û siberoja Sûriyeyê digel destpêşxeriyên ji bo çareseriya siyasî tên nîqaşkirin hatin gotûbêjkirin.

Di civînê de endamê Nivîsgeha Têkiliyan a MSDˊê Mihemed Elî axivî û diyar kir ku Sûriyiyan di serdema Hafiz El Esed û Beşar de gelek zehmetî kişandin.

Elî diayr kir ku axaftina li ser nenavendî yan jî fedraliyê li Sûriyeyê bi xwe re gelek şîroveyan derdixe holê, lê ya girîng Sûriye bibe dewletek ji bo tevahî Sûriyeyan.

Elî îşaret bi peymana 10ˊê Adarê ya di navbera Fermandarê Giştî yê QSDˊê Mazlûm Ebdî û serokê hikumeta veguhêz Ehmed El Şeri de kir û got ew ji bo bidawîkirina aloziyê û pêkanîna hevkariya siyasî ku mafên tevahî pêkhateyan biparêze hêviyek e.

Berdevkê Partiya Nûkirina û Guhertina Demokratîk Mihemed El Ebdo li ser peymana 10ˊê Adarê axivî. El Ebod bal kişand ser serkeftina Rêveberiya Xweser di birêxistinkirina ezmûnên dibistanan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hevkariya aliyên eleqedar re û diyar kir ku bo ezmûnan navendên hatin hazirkirin, wesayîtên veguhastin hatin amadekirin.

El Ebod destnîşan kir ku nûnerê Amerîkayê Thomas Barrack piştî daxuyaniya xwe ya destpêkê ku ya alîgiriya hikumeta veguhêz dikir, dûre daxuyaniyên xwe guhertin û got QSDˊê şirîkê girîng di têkoşîna dijî terorê de ye û pêwîstî bi entegrasyona saziyan di çarçoveya yekitiya Sûriyeyê de heye.

Dûre beşdaran axivî û bal kişand ser lawaziya rola ragihandina xwecihî di şopandina pêşdeçûnên siyasî de û hat pirskirin ku gel tenê saziyên sivîl an jî yên leşkerî wê bi yên hikumetê re bibin yek? Li aliyekî din jî beşdaran behsa têkoşîna dijî xîtabên mezhebperestiyê kir.

Ebdo ji bo bersivdanina pirsên beşdaran anî ziman ku daxuyaniyên Mazlûm Ebdî yên vê dawiyê pir zelal bûn û şîroveyan naxwazin û wê tevahî saziyên Rêveberiya Xweser bi yên hikumetê re bibin yek.

Endamê Nivîsgeha Têkiliyan a MSDˊê Mihemed Hesen jî diyar kir ku xebata entegrasyonê nayê wateya helandina nasnameyê, berevajî rewşa saziyane ye û xwe dispêre biryara 2254ˋan.

Hesen bal kişand ser komkujiyên li peravê ji ber mezhebperestiyê pêk hatine û diyar kir ku nenavendîbûn modeleke pêşketî ya birêvebirinê ye û li gelek dewletan ev yek di miryetê de ye.

(fr)

ANHA