MSD’ê bi panelekê "girîngiya diyalogê" li Sûriyeyê nîqaş kir

MSD’ê li bajarê Qamişloyê panela "Girîngiya diyalogê ji bo pêşerojeke demokrat û azad" li dar xist. Di panelê de dozên çarenûsî yên girêdayî pêşeroja Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rêveçûna diyaloga bi Şamê re, dosyayên perwerdê û hevbendên siyasî yên hêmanekî bingehîn di qonaxa bê de çêdikin, nîqaş kirin.

MSD’ê bi panelekê "girîngiya diyalogê" li Sûriyeyê nîqaş kir
MSD’ê bi panelekê "girîngiya diyalogê" li Sûriyeyê nîqaş kir
MSD’ê bi panelekê "girîngiya diyalogê" li Sûriyeyê nîqaş kir
MSD’ê bi panelekê "girîngiya diyalogê" li Sûriyeyê nîqaş kir
MSD’ê bi panelekê "girîngiya diyalogê" li Sûriyeyê nîqaş kir
MSD’ê bi panelekê "girîngiya diyalogê" li Sûriyeyê nîqaş kir
MSD’ê bi panelekê "girîngiya diyalogê" li Sûriyeyê nîqaş kir
MSD’ê bi panelekê "girîngiya diyalogê" li Sûriyeyê nîqaş kir
MSD’ê bi panelekê "girîngiya diyalogê" li Sûriyeyê nîqaş kir
MSD’ê bi panelekê "girîngiya diyalogê" li Sûriyeyê nîqaş kir
MSD’ê bi panelekê "girîngiya diyalogê" li Sûriyeyê nîqaş kir
MSD’ê bi panelekê "girîngiya diyalogê" li Sûriyeyê nîqaş kir
MSD’ê bi panelekê "girîngiya diyalogê" li Sûriyeyê nîqaş kir
MSD’ê bi panelekê "girîngiya diyalogê" li Sûriyeyê nîqaş kir
MSD’ê bi panelekê "girîngiya diyalogê" li Sûriyeyê nîqaş kir
MSD’ê bi panelekê "girîngiya diyalogê" li Sûriyeyê nîqaş kir
24 gulan, 2025   17:30
QAMIŞLO

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) li hola Zana ya bajarê Qamişloyê panelek diyalogê ya berfireh bi sernavê "Girîngiya diyalogê ji bo pêşerojeke demokrat û azad" organîze kir. Di panelê de nûnerên ji partiyên siyasî yên Kurd, Ereb û Suryan, rêxistin û saziyên ciwanan û jinan, rêxistinên civaka sivîl, kesayetên serbixwe, rojnamevan, nivîskar, rewşenbîr navendên lêkolînan, nûnerên ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê amade bûn.

Di panelê de gelek dosyayên sereke yên girêdayî aqûbeta herêmê hatin nîqaşkirin û wiha ne;

Girîngiya dan û standin û mekanîzmeya avakirina komîteyên diyalogê, mekanîzmeya pêkanîna bendên peymana 10’ê Adarê ya di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û desthilata Şamê de, ji hêla endama Desteya Serokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsiv ve hatin nirxandin.

Dosyaya perwerdê ya di navbera Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Wezareta Perwerdê ya desthilata Şamê de, ji hêla hevseroka Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hêla Semîra Hec Elî ve hat nirxandin.

Mijara avakirina hevbendiyan di hundirê MSD’ê de ji hêla endamê Desteya Serokatiyê ya MSD’ê Xebat Mihemed ve hat şîrovekirin.

Di rûniştina yekemîn de, Foza Yûsif diyar kir ku Sûriyeyê di çend mehên berê de di erdhejeke siyasî re derbas bû û çareserî jî ew e ku divê Sûriye dûrî bijarteyên ewlehî û leşkerî be. Foza aşkera kir ku navbeynkarên navneteweyî di dehfdana pêvajoya diyalogê bi desthilata Şamê re roleke girîng dilîzin, da ku ji bijarteya leşkerî were dûrketin. Ji ber ku hatiye îsbatkirin ku bijarteya leşkerî xwedî encamên neyênî li ser aborî, civakî, çand û xizmetguzarî ye.

Her wiha Foza anî ziman ku pêwîstiya Sûriyeyiyan bi ziman û reftarên nû heye ku rewşa dabeşbûnê çareser bikin û got: "Divê zihniyeta kevin rabe. Em Sûrî hemû di rewşeke nexweşiyê de ne, pransîbe çav bi çav nakeve xizmetî kesekî. Divê em dest bi lêborînê bikin û ji xîtaba nefretê bi dûr bikevin."

Têkildarî dan û standinên bi desthilata Şamê re Foza aşkera kir ku hevdîtinên destpêkê çêbûn û di wan hevdîtinan de lihevkirin li ser hin bendên bingehîn pêk hat û diyar kir ku ew pransîbên destpêkê bûn ku pêdivî bi avêtina gavên din hebû, da ku lihevkirina QSD’ê û desthilata Şamê were xurtkirin.

Foza diyar kir ku şandeya (Şandeya Dan û standinê ) ji bo diyalogê hatiye avakirin, ruxmî ku gelek caran gotiye ew ji bo diyalogê amade ye, lê hîna tu hevdîtinek yekser bi Şamê re nehatiye kirin.

PÊDIVIYA PERWERDEHIYA LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ BI LIHEVKIRINEK ZELAL BI ŞAMÊ RE HEYE

Di rûniştina duyemîn de, Semîra Hec Elî behsa dosyaya perwerdê û pêvajoya dan û standinê di navbera Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Wezareta Pewerdê ya desthilata Şamê de kir. Semîr diyar kir ku pêvajoya dan û standina der barê perwerdehiyê de gelekî girîng e û beriya lihevkirina QSD’ê û desthilata Şamê desteyê hin hewldan kiribûn.

Semîra aşkera kir ku der barê parvekirina pisporiyên perwerdehiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Wezareta Perwerdê ya desthilata Şamê nerm û erênî bû, her wiha di 13-14’ê Nîsanê de bi vexwendina fermî ya ji Wezareta Perwerdê ya Şamê hevdîtinek çêbû û erênî bû, lê heta niha der barê pêşkêşkirina ezmûnan li hundirê herêmên Rêveberiya Xweser de tu lihevkirinek dawî pêk nehatiye.

Semîra got xwendekarên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwazên ezmûnên xwe li herêmên xwe pêşkêş bikin, da ku pirsgirêkên madî, moral û derûnî nekişînin.

Semîra di dawiyê de da zanîn ku dan û standin didomin û di van nîqaşan de UNICEF rola navbeynkar e, lê UNICEF got wê peyam ji desthilata Şamê re rakiriye û hîna tu bersiv wernegirtiye. Semîra got: "Em ji bo misgoeriya mafên xwendekaran amade ne û bi hêvî ne bigihînin formeke guncaw ku mafên gelê Sûriyeyê di destûrê de parastî be."

Di rûniştina sêyemîn de endamê Desteya Serokatiya MSD’ê Xebata Mihemed mijara avakirina hevbendî û bingehên li ser ava bûne nîqaş kir û diyar ki ku damezrandina MSD’ê di 2015’an de yek ji çareseriyên pêşkêşkirî bû ku Sûriyeyê ji krîza rizgar bibe. Ji ber ku pêkhateyên bibandor di çarçoveya siyaseta wê demê de hatibû paşguhkirin.

Mihemed anî ziman ku desthilat û paşguhkirin ne tenê bi neteweperestî yan jî mezhebperestiyê ve girêdayî ne, lê ew her du reftarên sîstematîk ên desthilatê ne ku bi tenê hikum dike, ye, lê MSD’ê çareseriyên aştiyane pêşkêş dike û xwedî li pirsgirêkên Sûriyeyê derdikeve.

Mihemed destnîşan kir ku rêbaza yekane ya bidawîkirina aloziya Sûriyeyê dîtina çareseriyan bi rêya diyalogan e.

TÊKILDARÎ SERKETINA PÊVAJOYA DAN Û STANDINÊ PÊŞNIYAR

Di rûniştinê de nîqaşên berfireh li ser rola hevbendiyan hatin kirin, her wiha beşdaran diyar kir ku divê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beriya dan û standinê bi Şamê re bike, bi gelê xwe re bike û pêwîst e rêgeza hevbendiyan li ser bingeha hevdîtina niştîmanî ya Sûriyeyê ya berfireh be û xwedî bernameyeke siyasî be ku xwestekên tevahî pêkhateyan nîşan bide.

Beşdaran anî ziman ku desthilata Şamê ne xwedî vîna têrker e ku dan û standinên rasteqîn bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bike, ji ber ku destwerdanên herêmî û navneteweyî rê li ber serxwebûna biryara siyasî ya Şamê digire.

Her wiha beşdaran got her derengiyek di dan û standinan de dûrî armancên gelê Sûriyeyê ye û ji komîteya dan û standinê xwest ku zextê li aliyên herêmî û navneteweyî bikin ku ew jî ji bo pêkanîna çareseriyeke aştiyane zextê li Şamê bikin.

Girêdayî mijarê, beşdaran girîngî da dosyaya ezmûnan ku aqûbeta bi deh hezaran xwendekên xwedî bawernameyên navîn û amadehî pê ve girêdayî ye.

Di dawiyê de beşdaran got rumxî astengiyên siyasî û herêmî divê diyalog û dan û standin bidome û hewaya siyasî ya heyî ji bo Sûriyeyiyan zemînek e ku li deriyê rizgariyê bigerin û xwe bispêrin pergala siyasî ya navnendî yan jî fedralî ku mafên tevahî parastî be.

(fr)

ANHA