Artêşa Îsraîlê rêya Siwêda û Şamê qut kir

Piştî pevçûnên li herêma Hawiza Yermûkê ya rojavayê Derayê di navbera komek çekdarên ji gund û hêzeke Îsraîlê de çêbûn, artêşa Îsraîlê rêya di navbera Şamê û Siwêdayê de qut kir.

Artêşa Îsraîlê rêya Siwêda û Şamê qut kir
25 adar, 2025   23:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihana me ya ji bajarê Siwêdayê diyar kir ku li gundê Koya yê herêma Hawiza Yermûkê ya rojavayê parêzgeha Derayê hêzeke Îsraîlê hewl da bikeve nav gund, di encamê de di navbera wê û komeke çekdarên ji gund pevçûn derket, bi wê re ji şêniyan kuşt û birîndarî çêbûn.

Li gorî çavkaniyên xwecihî û yên çapemeniyê, hêzeke leşkerî ya Îsraîlê hewl da bikeve nav wî gundî, lê kemeke çekdar a ji gund bi çekên sivik bersiv da wê hewldanê.

Artêşa Îsraîlê bi tank, doçka û balafirên bêmirov gund û derdora wî hedef girt û got wê bersiv daye çekdarên gule avêtine wê.

Lê belê çavkaniyên xwecihî yên Derayê da zanîn ku di encama pevçûnan de 7 kes hatin kuştin û hin sivîl birîndar bûn.

Ev 3 meh e artêşa Îsraîlê dikeve nav xaka Sûriyeyê û gelek xal û cihên stratejîk kontrol kirin û nuqteyên leşkerî ava kirin.

(mh/fr)