Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan dê 7 çalakî li dar bikevin

Di çarçovaya pêngava navneteweyî ya "Ji Adullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" de, dê di vê mehê de 5 meş û 2 çalakiyên hunerî li kantona Cizîrê li dar bikevin.

Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan dê 7 çalakî li dar bikevin
9 tîrmeh, 2024   03:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Însiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan dê di çarçoveya çalakiyên pêngava navneteweyî ya bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirka Kurd re çareserî" de 5 meşan û 2 çalakiyên hunerî di vê mehê de li kantona Cizîrê li dar dixe.

Bernameya çalakiyan a însiyatîfê wiha ye:

10’ê Tîrmehê dê meş li bajarê Til Hemîsê were lidarxistin. Şêniyên bajar û gundewarên Til Birakê jî dê tev lê bibin.

16’ê Tîrmehê dê meşek li bajarê Girkê Legê bi beşdariya şêniyên Dêrik û Çilaxayê li dar bikeve.

21’ê Tîrmehê dê bi beşdariya şêniyên bajarên Zirgan û Til Temirê meşek li Dirbêsiyê li dar bikeve.

23’yê Tîrmehê dê bi beşdariya şêniyên Hol û Şedadê meşek li Hesekê li dar bikeve.

25’ê Tîrmehê dê meşeke li Qamişloyê li dar bikeve.

28’ê Tîrmehê li Tirbespiyê û 30’ê Tîrmehê li Amûdê dê çalakiyên hunerî li dar bikevin.

Komîteyên amadekar ên çalakiyan ji bo tevlêbûna meşan serdana komîn û meclisan dikin.

(bb)

ANHA