MSD: Armanca kongreyê peydakirina çareseriyek ji aloziya Sûriyeyê re ye

Cîgirê hevserokatiya MSD`ê Elî Rehmûn têkildarî kongreya ku tê plankirin di payîzê de bê lidarxistin nirxand û got, “Armanc kongreyê yekkirina hêzên opozîsyonê û avakirina statuyeke siyasî ya yekgirtî li ser bingeha çareseriya siyasî ya Sûriyeyê ye. li gorî biryarên Neteweyên Yekbûyî."

MSD: Armanca kongreyê peydakirina çareseriyek ji aloziya Sûriyeyê re ye
9 nîsan, 2024   03:45
QAMIŞLO
EHMED SEMÎR-XALID ETÊ

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) plansaziya xwe û amadekariyên ku li hundirê Sûriyeyê û derveyî wê dike ji bo ku kongreya hêz û kesayetên demokratîk li dar bixe, aşkera kirin. MSD`ê diyar kir ku armanca wê ji kongreyê, “derxistina Sûriyeyê ji tunela tarî ye”, nemaze ku hewldan hene wê bikin qada şer di navbera hêzên navnteweyî de.

KESAYETÊN OPOZÎSYONÊ YÊN NAVDAR DÊ TEV LI KONGREYÊ BIBIN

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, dê siyasetmedarên sûriyeyî yên muxalif, tev li kongreyê bibin ku dê payîza bê were lidarxistin. Di nav de serokê Îtîlafa Nîştimanî ya Sûriyeyê yê berê Miwefeq Nêrebiye, muxalifê navdar Îsam Dîmeşqî bi navê Şepêla Hemwelatîbûnê, siyasetmedar, nivîskar û rojnamevan Waêl Sewah, bi navê Koma Ehyaa Sûriya Nasir El Yusif û dê gelek kesayet û hêzên siyasî ji Siweydayê tev li kongreyê bibin.

AMADEKARIYÊN LIDARXISTINA KONGREYÊ

Cîgirê hevserokatiya MSD`ê Elî Rehmûn ji ajansa me re axivî û detayên kongreyê parve kirin. Rehmûn got: "MSD`ê xwedî projeke stratejîk e û gelek girîng e. nemaze ku opozîsyona Sûriyeyê berbelav e û zaîf e. lewma divê desteyeke siyasî bê avakirin ku hêviyên sûriyeyiyan ên azadiyê û rûmetê rave bike."

Der barê helwesta hêzên siyasî û kesayetên demokratîk de Rehmûn got: "Her kes li benda vê kongreyê ye. Çareseriyê dixwazin. Lihevkirinên mezin li ser gelek asoyan heye. Nemaze ku li ser mijara nenavendîbûnê, pirrengiyê, demokrasiyê, nasnameya nîştimanî ya komkar nîqaş hatiye kirin. Di wan nîqaşan de xala herî girîng, ew e ku sûriyeyî xwedî nasnameyeke nîştimanî ya komkar bin di nava Sûriyeyê de. Yanî Sûriyeya pêşerojê dikare wan bi rêya avakirina nasnameya nîştimanî ya sûriyeyî, hemêz bike."

KONGRE PAYÎZÊ LI DAR DIKEVE

Dihat payîn ku MSD`ê kongreya hêz û kesayetên demokratîk sala 2023`yan li dar xistiba. Lê belê ji ber gelek sedeman û şert û mercan, li dar neket. Têkildarî wê Rehmon got: "Komîteyeke amadekar û amadekirinê ya kongreyê heye. Ew ji nûnerên hêz û kesayetên siyasî yên di rewşa siyasî ya Sûriyeyê de çalak û bi bandor in. Em jî beşek jê ne û piştgiriya wê dikin û ji bo ku kongre lidar keve, em di nava hewldanan de ne."

Girêdayî dema lidarxistina kongreyê, Rehmûn ev agahî parve kir: "Çaverê ye ku kongre beriya payîzê li dar keve. Lê belê lidarxistina wê ne tenê bi MSD`ê ve girêdayî ye, em dixwazin ev kongre di Parlamentoya Ewropayê ya li Brukselê bê lidarxistin."

‘REJÎMÊN SÛRIYE Û TIRKIYEYÊ LI DIJÎ KONGREYÊ NE’

Elî Rehmûn da zanîn ku gelek alî naxwazin ev kongre li dark eve û wiha domand: "Bi taybet rejîma Sûriyeyê, ji ber ku baş dizane, kongre dê bibe alternatîfê rastîn û hewl dide çareseriyeke alternatîf a rastîn ji rejîmê re bibîne. Ji ber wê li dijî lidarxistina wê derkeve û wê reş dike. Hikumeta Tirkiyeyê jî heye ku hewl dide lidarxistina kongreyê asteng bike."

GIRÎNGÎ Û ARMANCA KONGREYÊ

Der barê vê xalê de Rehmûn got: "Ji ber du faktoran ev kongre gelek girîng e. ya yekê ji ber ku 12 sal di ser trajediya Sûriyeyê re derbas bû, tu hêzên siyasî yên sûriyeyê ku hêviyên sûriyeyiyan temsîl dikin, tune ne. Jilewra alozî heta niha dirêj kir. Ya din rejîma Sûriyeyê serhişkiyê dike û tu çareseriyeke siyasî qebûl nake. Sedemeke din a bingehîn heye ku dê hêzên siyasî yên sûriyayî yên xwedî rol tev li kongreyê bibin û dosyaya Sûriyeyê vegerînin rêya wê ya rast ji bo ku çareseriyeke siyasî li gorî biryarên navneteweyî, bê bidestxistin."

Elî Rehmûn di dawiyê de wiha axivî: "Wê di kongreyê de, desteyeke siyasî bê avakirin ku çareseriya siyasî ya aştiyane ya sûriyeyî li gorî biryarên navneteweyî, ji xwe re dike bingeh û hewl bide biryarên NY`yê bi taybet biryara 2254 bixin pratîkê. Kongre, hewldanek e ji bo ku hêzên opozîsyonê di desteyeke siyasî de kom bibin ku hêviyên sûriyeyiyan di azadiyê û rûmetê de bi dest bixe."

(şx)

ANHA