Mossadê operasyona li dijî Hemasê ya li Ewropayê aşkera kir

Saziya îstixbaratê Mossad a Îsraîlê ragihand ku li Ewropayê bi hevkariya Almanya û Awisturyayê operasyonek li dijî tevgera Hemasê pêk aniye, depoyên çekan hatin desteserkirin û kesên ku plana êrişê li dijî armancên Îsraîlê dikir, hatin girtin.

Mossadê operasyona li dijî Hemasê ya li Ewropayê aşkera kir
20 mijdar, 2025   12:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Mossadê hûrgiliyên operasyonê bi daxuyaniyekê ragihand û diyar kir ku "wê binesaziyeke girêdayî tevgera Hemasê li gelek dewletên Ewropayê kefiş kiriye ku amadekariya pêkanîna êrişan li dijî armancên Îsraîlê dikir."

Li gorî Kanal 12 a Îsraîlê, operasyon bi hevkariya desthilatên Almanya û Awisturyayê pêk hatin. Kanalê da zanîn ku rêzeoperasyonên "têkoşîna li dijî terorê" pêk hatin ku di encamê de endamên gumanbar hatin girtin û depoyên çekan ên ji bikaranînê re amade, hatin desteserkirin.

Di operasyonekê de ku saziyên ewlehî û îstîxbaratî yên Awisturayayê li Viyanayê di Îlonê de pêk anîbû, veşartgeheke damance, madeyên teqemeniyê hatibûn dîtin. Hat destnîşankirin ku li gorî lêpirsînan çek ên Mihemed Neîm in ku kurê serkirdeyê Nivîsgeha Siyasî ya Hemasê Basim Neîm e.

Kanal 12 di dawiyê de aşkera kir ku Hemasê ji dema êrişa 7ˊê Cotmeha 2023ˊyan ve hewlên xwe yên avakirina şaneyan, binesaziya rêxistinî li Ewropa û herêmên din, wek rêbazên ku rejîma Îranê û wekîlên wan li derve bi kar tînin, zêde kirin.

(fr)