MÎT’ê 2 efrînî revandin

Li Efrîn û Cerablusê 2 welatî ji aliyê MÎT’a dewleta Tirk ve hatin revandin.

MÎT’ê 2 efrînî revandin
1 tîrmeh, 2024   14:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih diyar kir ku îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker (MÎT) beriya 15 rojan welatiyê bi navê Fîras Mihemed Hisên li bajarê Cerablusê revandiye. Heman çavkaniyan diyar kir ku Fîras Mehmûd Hisên ji gundê Dîwana Jorîn ê Cindirêsê ye û dema vedigeriya gundê xwe ji aliyê MÎT’ê ve hat revandin. Çavkaniyan got, tevî hemû hewldanên malbatê heta niha aqûbeta Fîras nayê zanîn.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyekî din dane, MÎT’ê li Efrînê welatiyê bi navê Serbest Ewnî Meho (38) ê ji gundê Belîlko yê Racoyê jî revandiye.

(bb)