Meşvan ber bi Edeneyê ve bi rê ketin

Meşvanên ku bi durişmeya “Meşa Rêzgirtina li Vînê” ku DEM Partiyê daye destpêkirin, ji bajarê  Enqereyê ya Tirkiyê ber bi Edeneyê ve bi rê ketin.

Meşvan ber bi Edeneyê ve bi rê ketin
1 tîrmeh 2024   15:00
NAVENDA NÛÇEYN

“Meşa Rêzgirtina li Vînê” ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li dijî tayînkirina qeyûman a li Şaredariya Colemêrgê ji Stenbol û Îzmîrê da destpêkirin duh gihiştibû bajarê Enqereyê ya Tirkiyê, îro jî ber bi Edeneyê ve bi rê ketin. 

Parlamenterê Îdirê yê DEM Partiyê Yilmaz Hûn, destnîşan kir ku dê vîna gel biparêzin û wiha got: “Weke ku hûn dizanin ipotek danîn ser vîna gel.” Hûn, destnîşan kir ku desteserkirina vînê îro bûye “qeyûm” û wiha domand: “Em ê bi gelê kurd û dostên xwe re li dijî vê desteserkirina vînê heta dawiyê li ber xwe bidin.”

Piştî axaftinê meşvan bi rê ketin.