MÎT’a Tirk: Kesên ji komên çeteyan veqetin dê bên kuştin

Îstixbarata dewleta Tirk a dagirker li bajarê Girê Spî yê dagirkirî gef xwarin ku çeteyên ji komên çeteyan qut bibin, dê bêne kuştin.

 MÎT’a Tirk: Kesên ji komên çeteyan veqetin dê bên kuştin
4 ÇILE, 2025   11:34
EYN ÎSA

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li bajarê Girê Spî yê dagirkirî di nava tirsê de ne, nemaze piştî hilweşîna rejîmê gelek serçeteyan çek danîn û vegeriyan herêmên xwe.

Dewleta Tirk nahêle çeteyên mayî vegerin malên xwe yên li Hema, Idlib, Heleb, gundewarên Şamê, Dêrazorê û gelek herêmên din.

Li gorî çavkaniyên xwecih ên li herêmên dagirkirî, îstixbarata dewleta Tirk (MÎT) ferman daye ku her kesê ji komên çeteyan biqete û ji bajêr derkeve, bê kuştin.

Beriya wê jî serçeteyan belavok belav kirine ku nabe malbatên çeteyan di bendên kontrolê re derbasî herêmên din ên Sûriyeyê bibin.

(şx/k)

ANHA