Sala borî, li Rojhilatê Kurdistanê 63 kolber hatin kuştin

Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku di sala borî de 63 kolberên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê hatine kuştin, her wiha 233 kolber jî birîndar bûn.

Sala borî, li Rojhilatê Kurdistanê 63 kolber hatin kuştin
4 ÇILE, 2025   11:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihandî, di sala 2024’an de 63 kolberên Kurd hatine kuştin.

Hate diyarkirin ku di sala borî de her wiha 233 kolberên Kurd jî di gulebaran û êrişa raste rast ya hêzên rejîma Îranê de, birîndar bûne.

Her wiha hate destnîşankirin ku ji ber astengî û rêgiriyên rejîma Îranê ya li pêşiya rêxistin û çalakvanên mafê mirovan di şopandin û lêkolînkirina binpêkirinên li Rojhilatê Kurdistanê, bîlançoya pêwîst nehatiye komkirin.