"Mîrasa çandî li hember dagirkeran mertal e"

Yekitiya Rewşenbîran a kantona Minbicê bi panelekê mîrasa çandî ya bajarê Minbicê pênase kir û girîngiya wê û rêbazên parastina nasnameya çandî ya herêmê şîrove kirin.

"Mîrasa çandî li hember dagirkeran mertal e"
"Mîrasa çandî li hember dagirkeran mertal e"
"Mîrasa çandî li hember dagirkeran mertal e"
14 kanûn, 2023   19:43
MINBIC

Di çarçoveya rêzesemînerên ji bo perwerdekirina şêniyên Minbicê ji hêla Yekitiya Rewşenbîran a Minbicê ve tên lidarxistin de, yekitiyê panel li dar xist. Di panelê de girîngiya mîrasa çandî li Minbicê û parastian wê hate nîqaşkirin.

Di panelê de endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a kantona Minbicê û partiyên siyasî û Yekitiya Rewşenbîran a Minbicê beşdar bûn.

Panel li nivîsgeha Mihemed Menla Xizêl a navenda bajêr li dar ket.

Di serî de hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Minbicê Ehmed El Yûsif axivî û got: "Minbic ji bajarên herî kevn ên Sûriyeyê ye ku dîroka damezirandina wê vedigere sala 2000'an berî zayînê û 3 navçe girêdayî wê ne, ew jî Ebû Qelqel, Xefse û Meskene ne. Ev bajar di serdema perestgeha kevin de ya ku hîn jî şopên wê li parka giştî ya Minbicê mane, gihîşt astên herî pêşketî."

Yûsif wiha domand: "Gelek sedemên girîngiya parastina kultûra çandî hene, yek ji wan nasnameya çandî ye. Parastina kultûrê beşek sereke ji nasnameya çandî ya bajêr e, ji ber ku adet û kevneşopiya bajêr temsîliyeta nasnameya wê ya çandî vediguhêzin."

Yûsif destnîşan kir ku her civakek xwedî çanda xwe ya taybet û mîraseke dîrokî ye ku ew dibin jêdera serbilindiya şêniyan, ji ber wê jî parastina kultûrê girêdana mirovan bi civak û nasnameya xwe ya niştîmanî xurt dike.

Yûsif wiha axivî: "Armanca vê semînerê xurtkirina girêdana çandî û pêşxistina girîngiya parastina nasnameya niştîmanî ye. Ji ber ku ne ji girêdana me ya bi dîrok û adetên me bûya dê dema me ya niha jî tune bûya."

Yûsif di dawiya axaftina xwe de got: "Dema ku em bi dîrok û adetên xwe ve girêdayî bin di encamê de civak hevgirtî dimîne û li hember dagirkerên ku dixwazin di aliyê çandî de herêmê dagir bikin dibe mertal, ji ber ku civaka ku ji dîrok û kultûra xwe bê dûrxistin ew tenê nav dimîne û bi demê re winda dibe."

(mh)