Mîralayekî berê yê hêzên Şamê hat kuştin

Mîralayekî ji hêzên hikumeta Şamê veqetiyeyê di êrişeke çekdarî de hat kuştin.

Mîralayekî berê yê hêzên Şamê hat kuştin
21 cotmeh, 2024   14:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), mîraleyekî ji hêzên hikumeta Şamê veqetiyaye di êrişeke çekdarî de hate kuştin.

SOHR diyar kir ku êriş ji aliyê komeke nenas ku motorsîklêtê bû ve li çarexerêya Qeniyê ya gundewarê bakurê Derayê hate kirin.

SOHR desntîşan kir ku kuştî bavê fermandarekî komeke xwecih a li bajarokê Mehecê yê bakurê Derayê ye.

(bb)