Mîqatî bersiva gotinên li dijî hikumeta wî da

Nivîsgeha serokwezîrê Lubnanê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku axaftina dayîna bertîlan ji hêla Ewropayê ve ji bo Lubnanê da ku penaberên sûriyeyî li ser xaka Lubnanê bimînin, ne rast in.

Mîqatî bersiva gotinên li dijî hikumeta wî da
4 gulan, 2024   20:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Neteweyî ya Lubnanê diyar kir ku serokwezîrê Lubnanê Necîb Mîqatî gotina ˊbertîla ewropayêˊ ji bo welatê wî da ku penaberên sûriyeyî li Lubnanê bimînin derewand û got alîkariyên Ewropa ji welatê wî re bê şert in.

Nivîsgeha Ragihandinê ya serokê hikumeta Lubnanê Necîb Mîqatî di daxuyaniyekê de got ji dema serokê Komîseriya Ewropyê Ursula von der Leyen û serdana serokê Qubrisê Nikos Christodoulides ji Lubnanê re û ragihandina piştgiriya Ewropayê ji Lubnanê re bi milyarek dolar hemleyeke siyasî li dijî Lubnanê tê kirin. Ew hemle bi navê YEˊê bertîlan dide Lubnanê da ku penaberên sûriyeyî li ser xaka xwe bihêle.

Nivîsgehê di daxuyaniyê de diyar kir ku ev gotina dayîna bertîlê derew e.

Di dawiyê de hat gotin tiştê tê kirin hewldanek qirêj e û bi armanca têkbirina her çareseriyeke hikumetê bi hincet û tawanên derew in.

(fr)