Balafireke keşfê li ser Wargeha Mexmûrê digere

Balafireke keşfe ji danê siharê ve li ser Wargeha Mexmûrê bi nizmî û bênavber digere.

Balafireke keşfê li ser Wargeha Mexmûrê digere
4 gulan, 2024   20:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnews ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên Wargeha Mexmûrê diyar kir ku ji danê siharê ve liv û tevgerek zêde ya balafira keşfê li ser Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) heye. Balafira ku nayê zanîn a kîjan welatî an hêzê ye bi nizmî li ser wargehê digere.

Balafira keşfê ji danê siharê ve bênavber û bi nizmî li asîmanê wargehê digere, lê nehat zanîn ka balafir a kîjan welat an hêzê ye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku balafirên bêmirov û biçek ên dewleta Tirk a dagirker beriya niha gelek caran welatiyên Wargeha Mexmûrê bombebaran kirin û di encamê de gelek welatiyên sivîl şehîd bûn an jî birîndar bûn. Lewra tê gûmankirin ku ev balafir a dewleta Tirk a dagirker be.