Mîhrîcana Rojava bi beşên nû dewam dike

Di roja 8`an a Mîhrîcana Rojava de herêmên dagirkirî bû komxebat, li kêlek wê 2 şanoyên bi şanogerên cuda û şevbuhêrka helbestvanên bajarê Dêrikê jî hebû.

Mîhrîcana Rojava bi beşên nû dewam dike
Mîhrîcana Rojava bi beşên nû dewam dike
Mîhrîcana Rojava bi beşên nû dewam dike
Mîhrîcana Rojava bi beşên nû dewam dike
Mîhrîcana Rojava bi beşên nû dewam dike
Mîhrîcana Rojava bi beşên nû dewam dike
Mîhrîcana Rojava bi beşên nû dewam dike
Mîhrîcana Rojava bi beşên nû dewam dike
Mîhrîcana Rojava bi beşên nû dewam dike
22 kanûn, 2023   19:48
QAMIŞLO

Di roja 8`an a Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê de ku ji hêla Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ve û li navenda HRRK`ê ya li bajarê Qamişlo tê birêxistinkirin, îro danê sibehê şanoya zarokan “Cuha û Qiralê Zeferan” ya ku bi derhênerî û amadekariya Welîd Omer e bi amadebûna zarokan hat pêşandan. Şanogerên bi navê Fewaz Mehmûd, Kawa Fetah û Xalid Omer şano pêşkêş kirin.

KOMXEBATA GUHERTINA DEMOGRAFÎK

Di danê êvarê de bi beşdarbûna endamên saziyên rewşenbîrî komxebatek di bin navê `guhertina demografîk li herêmên dagirkirî` bi kordînekirina endamê Navenda Lêkolînan a Firatê Welîd Çolî û beşdarbûna Kordînatorê Rêxistina Hevdestî ya Qurbaniyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Orhan Kemal, berpirsa Dan û stendinê di Komeleya Leylûn a Qurbaniyan Zîlan Elî, Lêkolînerê di Rêxistina Pêl de Welîd Bekir û endamê Navenda Lêkolînan a Firatê Fadil Dawûd ve hat lidarxistin.

Di komxebatê de behsa mijara herêmên dagirkirî; Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê hiqûqî, sûcdarî û guhertinê ve hat kirin, beşdaran jî nerînên xwe bi hev re parve kirin.

Paşê di şevbuhêrka `Êvara Ava Mezin′ de helbestvanên ji bajarê Dêrikê yê Kantona Cizîrê yên bi navên; Diyala Elî, Rûken Elîşêr, Ebdulhelîm Ehmed Lawî, Ezedîn Silêman, Lorens Can, Melevan Resûl û Mehmûd Ebdo helbestên xwe gotin.

Piştî helbestan şanoyeke din bi navê `Durû` ku ji beşeke çîroka Entwen Tişîxof hatiye birin, bi amadekariya û derhêneriya Ebdulcabir Hebîb hat pêşkêşkirin. Şanogerên ku di şanoyê de beşdar bibûn  ev in; Ebdulmecîd Xelef, Alan Ebdullah, Mizgîn Îbrahîm, Ciwan Silo, Xebat Fendî, Hemam Hesen, Bilind Xelef û Ebulcabir Hebîb.

Şanoyê bal kişand ser durûtiya mirovan, li hemberî bûyeran û helwestên xwe li gorî berjewendiyên xwe diguherînin. Lîstoka xwe jî di şexsê polîsekê de pêk tîne.

Mîhrîcana 9′an a Rojava ya Çand û Hunerê ji 15`ê Kanûnê ve bi mijarên cuda bi rê ve diçe, sibe roja 9`an ji mihrîcanê ye dê semînerên der barê ziman, şevbuhêrka `Êvara Amûda Şewitî` û beşê sînemayê hebin.

(sb)

ANHA