Jinên Kantona Cizîrê: Divê hesab ji kujeran bê pirsîn

Jinan li kantona Cizîrê destnîşan kir ku şehîd Evîn Goyî her tim hewl da kujerên komkujiya yekemîn a Parîsê aşkera bike. Jinan diyar kir ku hesabpirsîna ji kujerên her du komkujiyan, rê li pêşiya komkujiyên din digire û soz da ku heta aşkerakirina kujeran, nirxên şehîdan biparêzin.

 Jinên Kantona Cizîrê: Divê hesab ji kujeran bê pirsîn
23 kanûn, 2023   05:49
QAMIŞLO

Di serdema 21`an de gelek jinên pêşeng, banga pêkanîna serkeftinê li hember siyasetên qirkirinê û piştaftinê yên li dijî civakan û têkoşînê kir. Ji wan jinan pêşenga tevgera azadiya jinan û endama Desteya Rêveber a KCK`ê Evîn Goyî (Emîne Kara) ku 23`yê Kanûna 2023`yan tevî Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) endamê Tevgera Çand û Nîştimanî ya Kurd Abdurrahman Kizil di êrişeke çekdarî de li dijî Komeleya Çandê ya Ahmet Kaya ya li Parîsê de şehîd bûn. 

EVÎN GOYÎ KÎ YE?

Sala 1977`an li gundê Hîlal ê navçeya Qileban a herêma Botanê ya Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye. Ji biçûkahiya xwe ve, tevgera rizgariyê nas dike û bi dîroka gelê Kurd û doza wî ve hate girêdan. Li gelek herêman tê koşiya, berpirsyariya pêşxistin û birêxistinkirina artêşbûna jinan girte ser xwe.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo xilaskirina gel ji êrişên DAIŞ`ê yên sala 2014`an tê koşiya. Her wiha ji bo birêxistinkirina gel, avakirina komîn, meclisan kar û xebat meşand. Ji ber vê yekê di nava herêmê de bi dilnizmiya xwe hate naskirin.

Di şerekî li dijî DAIŞ`ê de birîndar dibe û ji bo dermankirinê neçar dimîne biçe Ewropayê. Li wir jî dev ji têkoşînê berneda û banga hesabpirsînê ji kujerên komkujiya yekemîn a Parîsê kir ku 9`ê Çileya 2013`an li dijî yek ji damezirînerên PKK`ê Sakîna Cansiz (Sara), nûnera Kongra Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) pêk hat.

Li hember şehîdxistina Evîn Goyî, nerazîbûna gel zêde bû û bang hat kirin ku hesab ji kujeran bê pirsîn, piştî ku desthilata Fransî, kujerê komkujiyê serbest berda. Gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ev tevgera Fransayê wek hevkariyeke nû ji bo pêkanîna komkujiyên din bi nav kir.

Welatiya bi navê Minewer Xalid a ji navçeya Amûdê ya kantona Cizîrê gelek caran bi şehîd Evîn Goyî re rûniştiye. Girêdayî mijarê got neaşkerakirina kujerên komkujiya yekemîn a Parîsê bû sedem ku komkujiya duyemîn a Parîsê pêk were ku niha jî hesab ji kujeran nayê pirsîn.

Minewer wiha domand: "Her kes dizane pergala Tirk û îstîxbarat wê berpirsên her du komkujiyan e. Lê vê yekê paşguh dikin."

Minewer diyar kir ku hedefgirtina jinên pêşeng, hedefgirtina rastiya jinên azad e ku civakê birêve dibin û got: “Berxwedan û îsrara me ya berxwedanê li ser şopa şehîdan xurttir dibe. Me ji ken û hebûna wê di nav me de hêz digirt.”

Endama Kongra Star a Qamişloyê, Şaha Xelîl jî bi şehîd Evîn Goyî re rûniştiye. Der barê de got: "Bi hêz tev li şoreşê bû. Me zanîn, hêz û vîna birêvebirina kar û xebatan jê wergirt. Ew jineke kurdistanî bû ku ji bo jinan tev da tê koşiya."

Şaha soz da ku şopdara rêya şehîd Evîn Goyî be heta ku şoreşa jinan bi ser dixin û destkeftiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diparêzin.”

Ruxmî ku hin dateyên komkujiyên Parîsê aşkera bûn lê belê kujerên wê heta niha bê ceza ne. Delîl, îsbat dikin ku rejîma Tirk ev komkujî plan kiriye û li dijî têkoşer û çalakgerên jin pêk aniye.

(şx)

ANHA