Mîhrîcana Nûjiyan di roja xwe ya dawî de didome

Mîhrîcana Fîlman a Jinan a Nûjiyan di roja xwe ya dawî de bi pêşandana fîlman didome. Îro saet 20:00`an mîhrîcan bi şahiyekê bi dawî dibe.

Mîhrîcana Nûjiyan di roja xwe ya dawî de didome
Mîhrîcana Nûjiyan di roja xwe ya dawî de didome
Mîhrîcana Nûjiyan di roja xwe ya dawî de didome
Mîhrîcana Nûjiyan di roja xwe ya dawî de didome
Mîhrîcana Nûjiyan di roja xwe ya dawî de didome
31 gulan, 2025   17:35
QAMIŞLO

 Mîhrîcana Fîlman a Jinan a Nûjiyan a ku di 25`ê Gulanê de ji hêla Kollektîfa Kezî ya Jinên Sînemager ve bi piştgiriya SîneJin a Rojava, Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn, sînemagerên jin ên li Ewropayê û bi alîkariya Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê ve hatibû birêxistinkirin, di roja xwe heftemîn û dawî de didome.

Di çarçoveya bernamya îro de belgefîlma ‘Ezda’ a bi derhêneriya Halime Akturk (2023) ku serpêhatiya jineke Êzdî ji komkujiyên çeteyên DAIŞ`ê li ser Şengalê rizgar bûye û niha derveyî welat dijî belge dike, vedibêje hate pêşandan.

Belgefîlmê ‘Fence’ bi derhêneriya Sakar Osman (2024) jî hate pêşandan, ew jî çîroka kesekî ku ji Enfalê rizgar bûye vedibêje.

Belgefîlmê ‘Eve Donuş’ bi derhêneriya Dilan Engin (2023) ji belgefîlmên ku hate pêşandan e, ew behsa kiryarên li dijî mirovan ên ku dewleta Tirk li hemberî gelê li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê bi kar tîne, dike.

Her wiha belgefîlmê ‘Catharsis’ bi derhêneriya Ilana Diyar (2022) û ‘Paths’ bi derhêneriya Azhin Kawa (2023) ê ku bal dikşîne ser bûyerên ku bi serê xurteke Êzidî di dema êrişên çeteyên DAIŞ`ê hatî, dike. Derhêner xwestiye sûcên di bin navê ol de ku li dijî baweriyên din têne kirin bîne ziman.

Saet 16:00`an fîlmê ‘For Justice’ bi derhêneriya Elif Yigit (2022) ku ew jî behsa Dayika Emîne Şanyeşar a ji bo doza kuştina hevjîn û kurê xwe li ber deriyê dadgehên Tirkiyeyê nobeta edaletê dike tê pêşandan.

Saet 17:00`an kurtefîlmên ‘Oda Sor’ bi derhêneriya Lilian Emir Eli (2020) û ‘Mirage’ bi derhêneriya Atefeh Salehi (2022) tê pêşandan.

Mîhrîcana Fîlman a Jinan a Nûjiyan îro danê êvarê saet di 20:00`an de li Parka Azadî ya li bajarê Qamişlo bi şahiyekê bi dawî dibe.

(sb/fr)

ANHA