Mezlûm Ebdî: Eger êriş berdewam bikin em ê asta bersivdayînê xurttir bikin

Fermandarê Giştî yê QSDˈê Mezlûm Ebdî têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê got: " Eger ev êriş bi vî rengî berdewam bikin, em mecbûr bin asta xwe ya bersivdayînê ji berê xurttir bikin."

Mezlûm Ebdî: Eger êriş berdewam bikin em ê asta bersivdayînê xurttir bikin
26 cotmeh, 2024   17:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û îdiayên rejîma Enqereyê ya têkildarî çalakiya li Enqereyê ji malpera fermî ya QSDˈê re axivî.

Ebdî di destpêka axaftina xwe de ji malbatên şehîdên êrişan re sersaxî û ji birîndaran re şîfaya lezgîn xwest û got: "Ev 4 roj e dewleta Tirk bi şêwazekî hovane û ne rewa bê sedem êrişrên xwe li ser herêmên me didomîne. Di êrişan de binesaziyên herêmê, saziyên girêdayî Rêveberiya Xweser, saziyên sivîl û yên xizmetguzarî dike hedef. Di encama van êrişan de 2 jê yên hêzên leşkerî 17 sivîl şehîd bûn, 9 jê yên hêzên leşkerî 48 sivîl jî birîndar bûne."

ˈARMANC RÊVEBERIYA XWESER Eˈ

Ebdî têkildarî armancên dewleta Tirk a dagirker ji van êrişan jî got: "Ev 5 sal e dewleta Tirk ji bo ku navçeyên dîtir ên herêma me dagir bike hewldanan dike, lê belê heta niha di van hewldanên xwe de bi ser neket û wê bi ser nekeve jî. Ji bona vê yekê ji bo ku ewlehî, aramî û istiqrara herêmên me têk bibe van şêwazên êrişan li dar dixe û bi israr didomîne. Armanca sereke ya dewleta Tirk ji van êrişan Rêveberiya Xweser têk bibe, statuya herêma me lawaz bike û gelê me neçarî koçberiyê bike. Ev êrişên ku li ser herêmê me têne kirin, hêzên me û gelê me tenê eleqedar nakin, di heman demê de dewletên ku bi me kar dikin çi hêzên Koalîsyona Navneteweyî bin çi Rûsyayê be jî eleqedar dike. Helwestên ku ji aliyê van hêzan ve derketine ne têrker in. Pêwîst e ev hêz li hemberî dewleta Tirk erkên xwe bi cih bînin û van êrişan rawestînin."

ˈTÊKILIYA ME BI ÇALAKIYA LI ENQEREYÊ NÎN Eˈ

Ebdî îdiayên dewleta Tirk ên çalakiya li dijî navenda TUSAŞʹê ya li Enqereyê ji aliyê hêzên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatiye kirin derewandin û got: " Dewleta Tirk êrişên xwe yên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiya li Enqereyê hatiye kirin ve girê dide û îdia dike ku çalakvan ji xaka Sûriyeyê derbasî Tirkiyeyê bûne. Ez dikarim teqez bikim ku tu têkiliya hêzên me bi vê çalakiyê nîn e û ne jî tu çalakvan ji xaka Sûriyeyê derbasî Tirkiyeyê bûne û ne jî dewleta Tirk dikare vê yekê îsbat bike. "

ˈEGER ÊRIŞ DEWAM BIKIN, EM Ê ASTA BERSIVDAYÎNÊ XURTTIR BIKINˈ

Fermandarên Giştî yê QSDˈê diyar kir ku eger êrişên dewleta Tirk a dagirker dewam bikin dê asta bersivdayînê xurttir bikin û wiha dom da axaftina xwe: "Em Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk biryara me ew e ku li ser xaka Tirkiye û Bakurê Kurdistanê çalakiyan nekin. Qada me ya xebatê tenê xaka Sûriyeyê ye. Gelek caran me da xuyakirin ku em dixwazin pirsgirêkên xwe bi tevahî aliyan re di serî de dewleta Tirk re bi diyalogê çareser bikin, lê belê ev êriş û berdewamkirina wan zerarê dide hewldanên me yên ji bo diyalogê û dixe xetereyê. Eger ev êriş bi vî rengî berdewam bikin, em ê mecbûr bin asta xwe ya bersivdayînê ji berê xurtir bikin."

ˈGUH NEDIN PROPGANDAYÊN REŞ!ˈ

Mezlûm Ebdî di dawiya axaftina xwe de ev bang li gelê herêmê kir: "Ez dixwazim ji gelê xwe re bêjim guh nedin propogandayên reş ên ku van êrişan rewa dikin. Bila gelê me têkoşîna xwe bilind bike û hewlesta xwe ya aştiyane li dijî van êrişan bi xurtî bidomîne. Careke din ji gelê xwe re teqez dikim ku em Hêzên Sûriya Demokratîk(QSD) ji bo rawestandina van êrişan û parastina gelê xwe çi bê xwestin em ê bikin."

(bb)