Metranê Cizîr û Firatê: Li hember fitneyê pêwistî bi hevgirtina pêkhateyan heye

Metranê Cizîr û Firatê Marmorîs Emsîh di peyamekê de bal kişand ser girîngiya hevgirtina pêkhateyên herêmê ji bo derbaskirina zehmetiyan û parastina aramiya herêmê û got li hember derxistina fitneyê divê xelkê herêmê hevgirtî bin.

Metranê Cizîr û Firatê: Li hember fitneyê pêwistî bi hevgirtina pêkhateyan heye
15 kanûn, 2024   06:10
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Têkildarî hewldanên derxistina fîtneyê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên bi armanca xistina cudahiyê di nav pêkhateyên herêmê de, Metranê Cizîr û Firatê Marmorîs Emsîh ji ajansa me re axivî û peyamek da gelên herêmê.

Metran Emsîh got: “Hezkirina min ji tevahî gelê Sûriyeyê, bi taybetî şêniyên Cizîrê bi hemû pêkhateyan re heye. Peyama min a di vê qonaxa hestiyar de ji bo hemû gelên Cizîrê ye. Qonaxeke nû ya jiyana civakê li benda me ye û pêwist e em yekitî û hevgirtina xwe xurt bikin."

Metran Emsîh diyar kir ku hezkirin û hevkariya di navbera pêkhateyên herêmê de bingeha pêşerojeke geş e û got: “Pêwist e em pêşî berê xwe bidin gihandina mirovan, ne avakirina avahiyan. Bi vê yekê em ê diyar bikin ku şêniyên Cizîrê dest bi dest ji bo herêm û gelê xwe dixebitin. Pêwist e gelên herêmê di vê qonaxê de hişyar û baldar bin û li hemberî hewldanên derxistina fîtneyê bisekinin."

Di dawiya axaftina xwe de Metran Emsîh teqezî bi yekrêzî û yekbûna mirovan û yekitiya pêkhateyên Cizîrê û Sûriyeyê, da.

Ev peyam, di çarçoveya xebatên xurtkirina girêdanên civakî û nîştimanî li hemberî zehmetî û gefên li dijî herêmê de hat dayîn.

(mh/fr)

ANHA