Filmê ‘Berfîn’ li Şehba hat pêşkêşkirin

Filmê ‘Berfîn’ li kantona Efrîn û Şehba hat pêşkêşkirin.

Filmê ‘Berfîn’ li Şehba hat pêşkêşkirin
Filmê ‘Berfîn’ li Şehba hat pêşkêşkirin
Filmê ‘Berfîn’ li Şehba hat pêşkêşkirin
Filmê ‘Berfîn’ li Şehba hat pêşkêşkirin
1 tîrmeh 2024   16:16
ŞEHBA

Fîlmê ‘Berfîn’ ku di 2016’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê û Wargeha Penaberan a Mexmûrê hatiye kişandin û tev li mîhrîcanan bûye û li gelek cihan hat pêşandan.

Îro jî li kantona Efrîn û Şehbayê bi beşdariya bi dehan endamên û nûnerên saziyên Rêvberiya Xweser li hola Mîtan a bajarokê Ehdasê yê Şehbayê filmê Berfîn hate pêşandan.

Ev film li ser jiyana keçekê ku bavê wê ji hêla dewleta Tirk ve hatiye kuştin û dayika wê jî dîl hatiye girtin û piştî ku dayik hat berdan, dayik tev li nava refên gerîla dibe. Keça wê dizane ku dayik tev li nava refên gerîla bûye, piştre ew jî tev li gerîla dibe. Lê di nava gerîla de li dayika xwe digere, nabîne. Dema dayîk şehîd dikeve, keçek dayika xwe dibîne. Her wiha Berfîn rêya diya xwe dişopîne.

Dê fîlmê ‘Berfîn’ li bajar û bajarokan bê pêşkêşkirin.

ANHA