Mele Newaf: Hîn jî dewleta Tirk di çarçoveya zîhniyeta şovenî de ye

Beşîr Mele Newaf destnîşan kir ku piştî banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan hîn jî dewleta Tirk di çarçoveya zîhniyeta xwe ya şovenî de ye. Heke rastî ew di vê pêvajoyê de cidî bin, divê Rêber Abdullah Ocalan ji bin sîwana dîlitiyê bê derxistin. Yek jê dewleta Tirk heke reftarê xwe neguhere wê li hember tehlûkeyên mezin were.

Mele Newaf: Hîn jî dewleta Tirk di çarçoveya zîhniyeta şovenî de ye
29 adar, 2025   03:15
QAMIŞLO

Têkildarî peyam û banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan, tevgera dewleta Tirk piştî bangewaziyê rewşenbîr Beşîr Mele Newaf ji ANHA`yê re axivî.

Beşîr Mele Newaf diyar kir ku bi qasî ku peyama Rêber Abdullah Ocalan dikeve xizmeta pêkhateyan, dikeve xizmeta Tirkan jî. Ê ku doza vê pêvajoyê kiriye jî weke Bahçelî helbet hêviya guhertinan kiriye, lê ew bi xwe li xwe danîne ku bêjin ‘ev bi sala ye me nikarîbû neteweya Kurd biçewisînin û ji holê rakin’, bi şêwazeke din dibêjin ‘bila li parlamanê biaxive û daxwaz çekdayînê bike` û wiha dom kir: “Dewleta Tirk hîn jî di wê çarçoveyê de ye ku xwedî wê zîhniyeta şovenî ye, ya ku xwe tenê dibîne. Dibêje `tenê li ser asta Tirkiyeyê yek reng heye`.”

Beşîr Mele Newaf da xuyakirin ku heke dewleta Tirk muxatib Rêber Abdullah Ocalan dîtiye, dê çawa muxatib dide aliyekî berê xwe dide PKK`ê! Ev gav di aliyê xwe yê qanûnî de jî hev nagire û got: “Heke ew cidî bin, pêwîste rêzdar Ocalan ji bin sîwana dîlitiyê bê derxistin.”

Beşîr Mele Newaf da zanîn ne pêkan e ku hîn Tirkiyeyê di xema ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji partiyekê mezintir bûye, zemîna wê ya civakî û kesên ku li dû wê ala wê hilgirtine, ji bo demokratîkkirina civakê zemînek were avakirin. Divê Tirk rewşa xwe hinekî guncaw bikin, xîtaba xwe biguherînin û bikarin zemînekê ji vê bangewaziyê re ava bikin û wiha anî ziman: “Ji xewn û xeyalên wan e ku PKK`ê tengav bikin, ew dixwazin PKK nema bikare gavan biavêje.”

Beşîr Mele Newaf destnîşan kir ku beriya Tevgera Azadiyê bi dehan serhildan çêbûn, ew serhildan piştî 2-3 salan hildiweşiyan. PKK`ê bi hêza xwe ya guhertinê hatiye naskirin, di pêvajoya 1978`an heta van salan vê tevgerê her dem li gorî rewşên heyî xwe amade kiriye, guhertin û veguhertin kiriye û wiha got: “Ev hêz bi saya serokatiyê ye, hêza wî ya analîzî di kûrahiya dîrokê de heta roja îro weke pêşbîneyane, ne weke îlhamekê, lê encamê anîlîzên wî dizane bê dê rewşa siyasî û civakî ber bi ku ve biçe.”

Beşîr Mele Newaf da zanîn ku piştî ku Rêber Abdullah Ocalan modernîteya kapîtalîst di vê pêvajoya piştî 100 salî de di çêbûna dewletên neteweyî derxist, êdî netewedewlet li deverê nema tê qebûlkirin û wiha pê de çû: “Hilweşîna dewletên neteweyî ji Sedam Hisên dest pê kir û buhara gelan jî di nerîna min de ew proseyeke ji vê proseyê ye ku wan dewletên ku li ser esasê fikrên neteweyî yên teng hatine avakirin ji Lîbya, Misir û niha jî Sûriyeyê guhertin çê dibin. Niha jî li ser serê 2 dewletan digerin ku ew li pêşiya proseyên wan û nexşeya nû dibin asteng, ew jî Îran û Tirkiyeyê ye. Heke reftarên xwe neguherin wê li hember tehlukeyên mezin werin û heman tiştên li Iraq û Sûriyeyê qewimîn wê li cem wan jî biqewime.”

(ekîb)

ANHA