Mehmûd Xelîl bi Komîteya Koçberên Serêkaniyê re civiya

Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) Mehmûd Xelîl Elî bi Komîteya Koçberên Serêkaniyê û Meclisa kampa Serêkaniyê re civiya.

Mehmûd Xelîl bi Komîteya Koçberên Serêkaniyê re civiya
12 nîsan, 2026   13:10
HESEKÊ

Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîşê) Mehmûd Xelîl serdana kampa Serêkaniyê ya koçberên Serêkaniyê ya li bajarê Hesekê kir bû bi endamên Komîteya Koçberên Serêkaniyê û Meclisa Kampa Serêkaniyê civiya.

Di civînê de rewşa Serêkaniyê û dosyaya vegera koçberan hat nîqaş kirin.  Hate gotin, divê vegera koçberan ewle be û li Serêkaniyê aramî û ewlehî çêbibe. Her wiha dan zanîn ku divê aliyên li ser vegera ewle ya koçberên Serêkaniyê dixebitin, her tim di nava dan û standinê de bin.

)np)

ANHA