Bîlançoya pevguhertina dîlgirtiyan

Wekî beşek ji pêkanîna peymana 29'ê Çileyê, hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê 800 dîlgirtî û QSD'ê jî 491 dîlgirtî serbest berdan.

Bîlançoya pevguhertina dîlgirtiyan
12 nîsan, 2026   12:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Pevguhertina dîlgirtiyan di navbera QSD`ê û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de wekî beşek ji pêkanîna peymana 29`ê Çileyê (2026)  berdewam dike.

Ji dema ku pêkanîna peymanê dest pê kir ve, hejmarek dîlgirtiyên her du aliyan li gorî 3 qonaxan hatin berdan.

Qonaxa yekem di 10`ê Adara 2026`an de pêk hat. Di vê qonaxê de 100 kesên ku ji aliyê hikumeta demkî ya Sûriyeyê ve dihatin girtin li beramber 100 kesên ku ji aliyê QSD`ê ve dihatin girtin, hatin berdan.

Di qonaxa duyemîn de ku 19`ê Adarê hate pêkanîn, 300 kesên ku ji aliyê hikumeta demkîya Sûriyeyê ve dihatin girtin li beramber 300 kesên ku ji aliyê QSD`ê ve dihatin girtin, serbest hatin berdan.

Di qonaxa sêyem de, ku di 11`ê Nîsana 2026`an de pêk hat, 400 kesên din ên ku ji aliyê hikumeta demkî ya Sûriyeyê ve dihatin girtin li beramber 91 kesên ku ji aliyê QSD`ê ve dihatin girtin, hatin berdan û qonaxên danûstandinê yên li ser lihevkirinê hatin temamkirin.

Bi vî awayî di her qonaxan de hejmara giştî ya kesên ku ji aliyê hikumeta demkî ya Sûriyeyê ve hatine berdan gihîştiye 800 kesan, li beramber 491 kesên ji aliyê QSD`ê ve.

Li gorî daxuyaniyên berê yên Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî, hejmara giştî ya ku di destê hikumeta demkî ya Sûriyeyê de girtî ne hezar 70 kes in, di nav de şervanên QSD'ê û sivîlên Ereb û Kurd hene.

(k)