Mehmûd El Mislit: Divê krîza Sûriyeyê bi diyalogê çareser be

Hevserokê MSDˊê diyar kir ku çareseriya krîza Sûriyeyê divê aştiyane be, bi rêya diyalog û dan û standina yekser be, her wiha divê jinûve Sûriye li gorî pergala nenavendî ya pirrengî û demokratîk were avakirin.

Mehmûd El Mislit: Divê krîza Sûriyeyê bi diyalogê çareser be
Mehmûd El Mislit: Divê krîza Sûriyeyê bi diyalogê çareser be
Mehmûd El Mislit: Divê krîza Sûriyeyê bi diyalogê çareser be
Mehmûd El Mislit: Divê krîza Sûriyeyê bi diyalogê çareser be
Mehmûd El Mislit: Divê krîza Sûriyeyê bi diyalogê çareser be
Mehmûd El Mislit: Divê krîza Sûriyeyê bi diyalogê çareser be
Mehmûd El Mislit: Divê krîza Sûriyeyê bi diyalogê çareser be
23 nîsan, 2024   17:32
TEBQA

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi sernavê ˊNêrîna MSDˊê ji çareseriya krîzê re li Sûriyeyêˊ li kantona Tebqayê panelek li dar xist.

Panel li kafeteryaya Şemis hat lidarxistin. Di panelê de nûnerên ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Tebqa, deste û nivîsgehên girêdayî wê, tevgerên jinan, ciwanan, partiyên siyasî, rûspî û şêxên eşîran beşdar bûn.

Di panelê de hevserokê MSDˊê Mehmûd El Mislit axivî û wiha got: "Sûriye di qonaxeke krîza ya girêk re derbas dibe. Gelê Sûriyeyê destpêka tevgera li Sûriyeyê banga azadî, rûmet, edalet û wekheviyê kir. Lê destwerdanên derve û serhişkiya rejîmê li pêş daxwazên gel sekinîn, tevber ber bi leşkerî ve birin û rêya wê guhartin. Ji ber ku rêveberiya rêxistinî tune bû ku şoreşê bi rê ve bibe û ji tevgera aştiyane veguherî şoreşeke çekdarî û krîza kûrtir bû."

El Mislit anî ziman ku ruxmî Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di gelek qonaxan re derbas bû, lê gelek pêşketinên li ser asta nêrînên siyasî, rêxistinî, rêveberî û parastina rewa li hember êriş û gefan pêk anîn.

El Mislit wiha domand: "Li hember van destkeftiyên û astengiyên li hember wê û destwerdanan, hîna li pêş wê erkên mezin hene ku şoreşê bigihîne armanca wê li tevahî erdnîgariya Sûriyeyê. Ew jî pêkanîna veguherîna demokratîk û gihandina ber bi Sûriyeya demokratîk, pirrengî û nenavendî ve ye. Ew jî bi saya hevgirtina gelan û piştgiriya QSDˊê û Rêveberiya Xweser e."

El Mislit wiha pê de çû: "Divê çareseriya krîza Sûriyeyê aştiyan be. Divê girîngiyê bidin diyalog û dan û standinên yekser li gorî biryarên navneteweyî bi garantiya navneteweyî ku mafên tevahî gelan misoger bike."

El Mislit her wiha got: "Divê çareseriya leşkerî bê redkirin û girîngiyê bidin diyaloga siyasî û demokratîk weke çareyeke siyasî li gorî biryara 2254ˊan û weke şertekî bingehîn a serketina xebata dan û standinê û guhartina li Sûriyeyê beşdariya jin di xebata siyasî de hebe."

Mehmûd El Mislit wiha dawî li gotina xwe anî: "Armanca xebata siyasî bidawîkirina desthilat, navendî, guhartineke bingehîn a demokratîk, avakirina Sûriyeyeke li gorî pergala nenavendî ya pirrengî were avakirin ku tê de destûrek li gorî vîna sûriyeyiyan be."

(fr)

ANHA