Meclisên Jinan ên PYDˊê komkujiyên li Siwêdayê şermezar kirin

Meclisa Jinan ên PYDˊê yên bajarên Dirbêsiyê, Til Birak û Amûdê komkujiyên li Siwêdayê hatine kirin şermezar kirin û bang kir ku lêpirsîneke navneteweyî ya serbixwe were vekirin û hesab ji sûcdaran were xwestin. Meclisan bêndegiya navneteweyî li hemberî van sûcan şermezar kir.

Meclisên Jinan ên PYDˊê komkujiyên li Siwêdayê şermezar kirin
Meclisên Jinan ên PYDˊê komkujiyên li Siwêdayê şermezar kirin
Meclisên Jinan ên PYDˊê komkujiyên li Siwêdayê şermezar kirin
20 tîrmeh, 2025   16:09
HESEKÊ

Meclisa Jinan ên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ên bajarên Dirbêsiyê, Til Birak û Amûdê yên kantona Cizîrê îro, têkildarî komkujiyên li Siwêdayê daxuyaniyên cuda da.

DIRBÊSIYÊ

Meclisa Bajarê Dirbêsiyê li pêş avahiya PYDˊê daxuyaniyek da. Hevseroka PYDˊê ya bajêr Diyana El Ebdullah daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat gotin digel bêdengiya navneteweyî ya şermîn û paşguhkirina rewşa mirovî ji çend rojan ve li Siwêdayê komkujî û sûc pêk tên. Di encamê de bi dehan bûn qurbanî ku piraniya wan jin û zarok in.

Meclisê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku rewş, şahid û dîmenan asta sûcên pêk hatine aşkera kirin. taxên niştecihan hatin topbarankirin û serdegirtin, mal hatin şewitandin û malbat bi tevahî hatin qetilkirin.

Meclisê di daxuyaniya xwe de daxwaz kir ku lêpirsîneke navneteweyî ya serbixwe ji bo lêkolînkirina sûcên li dijî sivîlên li Siwêdayê pêk hatine were vekirin, hesab ji sûcdarên van komkujiyan were pirsîn; kîjan aliyên dibe bila bibe, ji ber ku ev sûcên dermirovî ne.

Di berdewama daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî hat kir ku bi berpirsiyariya xwe ya exlaqî û qanûnî ya parastina sivîlên li Siwêdayê û tevahî Sûriyeyê rabe. Hemwextî wê bang li rêxistinên mafên mirovan û alîkariyan kir ku bi lez destwerdanê bikin ku sûcan belge bikin, alîkariyên welatiyan bi taybet jin û zarokan bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin xwîna sivîlên Siwêdayê nayê jibîrkirin, bêdengiya cîhanê sûcdar teşwîq kirin, ger dereng be jî edalet wê pêk were.

TIL BIRAK

Li bajarê Til Birakê jî hevseroka PYDˊê Cewahir El Ebdullah daxuyanî xwend. Di daxuyaniyêd e komkujiyên li Siwêdayê, sûcên li dijî sivîlan wekî qetilkirin, tecawîzkirin û binpêkirina hurmeta şêx û temenmezinan hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de bang hat kirin ku divê rêz û hurmet ji taybetmendiyên bawerî û mezheban re were girtin. Her wiha hat diyarkirin ku armanc ji van pêkanînan ferzkirina hêzek dijberî mezheba durzî, derxistina alozî û tirsê ye.

Meclisê daxwaz kir ku NYˊyê û rêxistinên mafên mirovan destwerdanê bikin ku vê xwînrijandinê bisekinînin, hesab ji berpirsên van sûcan bixwazin, dest bi lêpirsînên cidî bikin, pirrengî û avakirina pergala nenavendî ku mafên tevahî pêkhateyan diparêze û azadiya jinê misoger dike, were misogerkirin.

AMÛDÊ

Girêdayî mijarê, Meclisa Jinan a PYDˊê ya Amûdê li pêş navenda xwe daxuyaniyek da. Endama meclisê Lorîn Mihemed daxuyanî xwend.

Meclisê di daxuyaniya xwe de piştgirî da xelkê Siwêdayê û diyar kir ku Sûriyeyê di qonaxeke dîrokî ya hestiyar re derbas dibe û tê de bêîstîqrariyeke siyasî û ewlehî heye. Destwerdanên derve jî ji bo berjewendiyên wan e û ev yek ji sedemên kûrkirina rewşê ye. Di daxuyaniyê de destwerdanên neyênî li kar û barên hundirîn ê Sûriyeyê hatin redkirin.

Di dawiyê de meclisê girîngî da jiyana hevbeş di nava tevahî pêkhate û mezhebên Sûriyeyê de û banga pêkanîna yekitiya niştîmanî ya li ser bingeha rêzgirtina pirrengiyê, rawestandina tevahî şêweyên tundî û binpêkirinên li dijî welatiyan kir.

(fr)

ANHA