’Xebat li ser mîsogerkirina mafên tevahiya pêkhateyan tên kirin’

Hevserokê Şandeya Dan û Standinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya bi hikumeta veguhêz a Sûriyeyê re diyar kir ku xebat li ser tesbîtkirina mafên tevahî pêkhateyên gelê Sûriyeyê tên kirin û diyar kir ku şandeya dan û standinan hewl dide çareseriyeke siyasî ya adilane û giştî saz bike ku yekitiya Sûriyeyê û ewlehiya wê biparêze.

’Xebat li ser mîsogerkirina mafên tevahiya pêkhateyan tên kirin’
’Xebat li ser mîsogerkirina mafên tevahiya pêkhateyan tên kirin’
’Xebat li ser mîsogerkirina mafên tevahiya pêkhateyan tên kirin’
’Xebat li ser mîsogerkirina mafên tevahiya pêkhateyan tên kirin’
’Xebat li ser mîsogerkirina mafên tevahiya pêkhateyan tên kirin’
’Xebat li ser mîsogerkirina mafên tevahiya pêkhateyan tên kirin’
20 tîrmeh, 2025   15:20
TEBQA

Hevserokê Şandeya Dan û Standinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya bi hikumeta veguhêz a Sûriyeyê re Ebid Hamid El Mihbaş bi armanca nirxandina rewşa siyasî, pêşketinên dawîn û dan standinên bi hikumeta veguhêz re civînek li bajarê Tebqayê li dar xist. Şêniyên Tebqayê, endamên saziyên sivîl, kesayetên civakî, siyasetmedar, hiqûqnas, rewşenbîr û şêx û rûspiyên eşîran beşdarî civînê bûn.

El Mihbaş ku geşdanên herêmî û navneteweyî û bandorên wan li ser Sûriyeyê nirxandin,  bal kişand ser rewşa li Siwêdayê û diyar kir ku tenê gelê Sûriyeyê zerarê ji van şeran dibîne û hêzên dijber sûdê jê digirin.

El Mihbaş êrişên dawîn ên Îsrîalê yên li ser Sûriyeyê şermezar kir û wekî "binpêkirin li ser serdestiya Sûriyeyê, hewldanên lawazkirina vîna nîştimanî ya gelê Sûriyeyê di kêliyeke hestiyar di dîroka siyasî ya welat de" nirxand.

Ebid Hamid El Mihbaş di dewama şîroveyên xwe de da zanîn ku tevahî destwerdanên derve çi siyasî be an jî leşkerî be di kar û barên Sûriyeyê be nayên qebûlkirin û got, rêya yekane ya bidawîkirina aloziya Sûriyeyê diyaloga navxweyî ya li ser esasê edalet, pirrengî û naskirina mafên rewa yên tevahiya pêkhateyan e.

El Mihbaş bal kişand ser dan û standinên bi hikumeta veguhêz re jî û destnîşan kir ku dan û standin bi rihekî erênî û avakar bi rêve diçe û xebat li ser mîsogerkirina mafên tevahiya pêkhateyên gelê Sûriyeyê tên kirin.

El Mihbaş diyar kir ku şandeya dan û standinan hewl dide çareseriyeke siyasî ya adilane û giştî saz bike ku yekitî û ewlehiya Sûriyeyê biparêze, di heman demê de pirrengiya neteweyî, siyasî û îradarî ya li welat qebûl bike.

Beşdaran jî piştgiriya xwe bi şandeya dan û standinan a ku nûnertiya wan dike re anîn ziman û got, divê hemahengî di navbera rêveberiya siysaî û civaka xwecih de dewam bide. Her wiha piştgirî dan hewldanên avakirina modeleke demokratîk di Sûriyeya yekbûyî ya pirrengî.

Ebid Hamid El Mihbaş di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku şande girîngiyeke mezin dide dengê civaka xwecih û hevdîtinên rasterast ên bi şêniyên herêmê re wekî beşeke esasî ya xebatên şandeyê dibîne  "ku encamên diyaloga bi Şamê re mîsoger bikin ku hêviya gelê Sûriyeyê bi taybetî yê bakur û rojhilatê îfade bike."

(bb)

ANHA